'Ev welatê me ye cihê dagirkeran li ser axa me tune ye'

  • 09:01 31 Çile 2020
  • Rojane
Rojda Seyidxan
 
QAMIŞLO - Jina bi navê Semîra Ebd El-Hemîd a ji bajarê Efrînê ye û ji ber êrîşên dewleta tirk û komên girêdayî wê du caran koçber bûye, wiha got: " Ev du sal in barê koçberiyê her li ser milê me ye, lê em ê heta dawiyê li ber xwe bidin. Ev welatê me ye cihê dagirkeran li ser axa me tune ye."
 
Dewlet tirk û komên girêdayî wê  di 20'ê Çileya 2018’an de êrîşî Herêma Efrînê kirin. Şêniyên herêmê neçar man ji Efrînê derkevin. Di encama êrîşan de bi hezaran jin, zarok û mirovên temenmezin hatin qetilkirin. Kesên ku xwe ji  êrîşan xelas kirin, di dibistan û kampan de hatin bicihkirin. Yek ji kampên ku şêniyên Efrînê lê dimînin, kampa Newroz a  ku bajarê Dêrikê ya Kantona Qamişloyê ye. Jina bi navê  Semîra Ebd El-Hemîd bi temenê xwe 54 salî ye, li kampa Newrozê dijî û ji ber êrîşên dewleta tirk û komên girêdayî wê du caran koçber bûye. Semîra  çîroka koçberiya xwe ji me re parve  kir. 
 
'Êrîşên hovane pir dijwar bû'
 
Semîra di destpêka axaftina xwe de li ser zehmetiyên  derketina xwe ya ji Efrînê vegot û wiha dewam kir: "Ev du sal in ku em ji ber  êrîşên dewleta tirk a dagirker ji ser axa xwe koçber bûne.  Em bi zehmetiyekê ji Efrînê derketin. Li pêşiya çavên me her roj mirov dihatin qetilkirin, êrîşên hovana pir dijwar bûn." 
 
'Ev du sal in barê koçberiyê li ser milê me ye'
 
Semîrayê wiha domand: "Piştî ku em ji Efrînê derketin, me berê xwe da Şehbayê,  da ku  jiyana xwe li wir dewam bikin.  Em rastî pir zehmetiyan hatin. Piştî 7 rojan li Şehbayê, me berê xwe da Kobanê û em 8 mehan li wir  jî man. Li Kobanê derfetên kar ji me re peyda nebûn. Em neçar man biçin Serêkaniyê û li wir bijîn. Li Serêkaniyê  5 mehan me jiyana xwe normal derbas kir, lê dema dewleta tirk êrîşî Serêkaniyê jî kir, em hatin kampa Newrozê ya li bajarê Dêrikê. Ev du sal in barê koçberiyê her li ser milê me ye."
 
'Ev welatê me ye cihê dagirkeran li vir tune ye'
 
Semîrayê wiha dawî li axaftina xwe anî:  "Hêviyên me mezin in. Di demeke nêz de em ê welatê xwe ji dijminan rizgar bikin û her kes  wê vegere cih û ware xwe. Ev welatê me ye cihê dagirkeran li vir tune ye."