ROJEVA 31'Ê ÇILEYÊ YA 2020'AN

  • 09:00 31 Çile 2020
  • Rojev
*Jina bi navê Semîra Ebd El-Hemîd a ji bajarê Efrînê ye û ji ber êrîşên dewleta tirk û komên girêdayî wê du caran koçber bûye, wiha got: " Ev du sal in barê koçberiyê her li ser milê me ye, lê em ê heta dawiyê li ber xwe bidin. Ev welatê me ye cihê dagirkeran li ser axa me tune ye." DÎMEN HEYE
 
* Hevseroka Muduriyeta Temwînê ya Kantona Kobanê Hêvîdar Hiso li ser kirîza aborî ya ku li herêmê tê jiyîn, wiha got: "Piştî vê kirîza aborî û ji bo rêgirtina li  ber bûhabûna alavên jiyanî, bi alîkariya desteya aborî li Kobanê me saziya peyîdakirina pêdîviyên jiyanî, vekir. Di vê saziyê de hemû pêdîviyên  jiyanî wê kêmî sûkê bên firotin. Şer dibe sedema qeyrana aborî. Em hêvî dikin ku şerê li Rojhilata Navîn bi dawî bibe."  DÎMEN HEYE
 
*Her ku diçe hejmara kuştina jinan zêde dibe û kujer jî bi rêya qanûnan tê parastin. Parlamenter Dêrsim Dag têkildarê kuştina jinan de got: "Polîtîkayeke taybet li hemberî kurd û jinan de tê meşandin. Li dijî polîtîkayên îktîdarê têkane rê jî xwe bi rêxistinkirine." DÎMEN HEYE 
 
*Dewleta tirk êrîşê gundewarên navçeya Şêrewa û Til Rifetê kir û di encamê de zarokekî jiyana xwe ji dest da. Jinên gundê Aqîbê nerazîbûnên xwe yên li dijî şer anîn ziman û gotin: "Em ê her li hember êrîş û topên dewleta tirk a dagirker li ber xwe bidin û xeta têkoşîn û berxwedanê mezin bikin." DÎMEN HEYE 
 
*Bi bihabûna ka û giya re li Herêma Serhedê malbatên ku bi  sewalkariyê debara xwe dikin di nav şert û mercên herî zehmet de ne.  Welatiyên ku nikarin giya û kayê bikirin dewarên xwe difiroşin û pê êm dikirin. Li gundê Kifirê tenê li malekê ji bo kirîna êm malbatê 16 dewarên xwe firotine. Jina bi navê Tevrat Taşçi a ku bi sewalkariyê debara xwe dike bertek nîşanî bihakirina êm da û got ku tu salan bi qasî van salan sewalkarî evqas bêqîmet nebibû.  BI DÎMEN
 
*Endama TMMOB'ê Nevîn Soyukaya beşdarê lêkolîna qadên dîrokî yên Sûrê bû û got: "Berhem û avahiyên dîrokî êdî nema ne û yên ku mane jî bi restorasyoneke şaş tên texrîpkirin. Ev tişt bi navê ‘Modernbûn’ û 'bajarbûnê' hatiye kirin." DÎMEN HEYE 
 
*Li Wanê bi qedexeyên çalakî û bernameyan a walîtiyê re, der barê aktîvîstên TJA’yê de gelek lêpirsîn hatin destpêkirin. Lê tevî vê xebatên xwe didomînin. Aktîvîsta TJA’yê Hatîce Akdag diyar kir ku bi OHAL’ê saziyeke ku jin serî lê bidin nemaye û got: “Tevî hemû zextan em ê ji têkoşîna xwe tawîzê nedin. Divê her jinek li dijî şîdetê têkoşîna xwe ya xweser bimeşîne.”  DÎMEN HEYE 
 
*Nûnerên rêxistinên jinan diyar kirin ku pêşnûmeya qanûna ku efûya ji bo îstîsmara zarokan tîne, nirxandin û diyar kirin ku dibe ku bibe qanûn û gotin wê têkoşîna yekbûyî ya li hember vê bidome. Hevseroka HDP’a Kadikoyê Gul Demîr, da zanîn ku pêşnûme encama polîtîkayên AKP’ê ye. DÎMEN HEYE