Nûçegihana me Melîke Aydin hat berdan
- 08:15 31 Çile 2020
- Rojane
ÎZMÎR - Nûçegihana me Melîke Aydin hat berdan.
Nûçegihana me Melîke Aydin ku di 12'ê Mijdara 2019'an de li Îzmîrê hatibû binçavkirin û paşê di 15'ê Mijdarê de hatibû girtin û wê şandibûn Girtîgeha Jina ya Şakran a Alîagayê, hat berdan.
Piştî parêzerên Melîkeyê îtiraz kirin, dadgehê do danê êvarî biryara tehliyeyê da.