Gulîstan Dokû li ku ye?

  • 16:58 30 Çile 2020
  • Rojane
DERSIM - Malbata Gulistan Dokû ya li Dersimê winda bû diyar kir ku îfadeyên Zainal Abarakov bi nakok in û got: “Heke Gulistan xwe avêtibe wê avê divê sedemê întîharê were lêkolînkirin. Vana Gulistan avêtine avê.” 
 
Li Dersimê ji 5’ê çile ve agahî ji xwendekara Zanîngeha Mûnzûrê Gulistan Dokû nayê girtin. Xebatên dîtina ji bo Gulistanê hatibûn destpêkirin didomin. Malbata Gulistanê û Baroya Dersimê li avahiya baroyê têkildarî windakirina Gulistanê civîna çapemeniyê li dar xistin. Nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civakî yên sivîl beşdarî civînê bûn. 
 
Xwişka Gulistanê, Aygul Dokû di daxuyaniyê de axivî û diyar kir ku bi awayê teknîkî xebat berdewam dikin, lê di aliyê edlî de kêmasî hene û wan bi serdozger re hevdîtin kiriye lê ew ji bo îfadeyên Zainal Abarakov bawer nebûne. Aygul Dokû got: “Dozger soz da me ku dê îfadeyên Zainal bi berfirehî û hûrgulî bigirin û lêkolîn bikin. Em wek malbatê dixwazin ku bi vê sozdayîna dozger bawer bibin. Di mewzûyekê de meseleya ji dibistanê dereng maye ya 5 lîreyan heye. Dibêjin ev şaş e û 2 caran daxwaname tê pêşkêşkirin. Di avê de ev nîşe derdikeve. Vî mamosteyî ewqas derûniya xwişka min xera kiriye ku vê nîşeyê di berîka xwe de li ser xwe digerîne. Dema digotin Gulistan întîhar kirye jî lê min bawer nedikir. Pirsgirêka ku Gulistan li dibistanê bi Zainal û malbata wî û mamosteyan re dîtiye nîşaneya xerakirina derûniya Gulistan e. Heke Gulistan xwe avêtibe wê avê divê sedemê întîharê were lêkolînkirin. Vana Gulistan avêtine avê.” 
 
Zavayê malbata Gulistanê, Osman Dokû jî da zanîn ku îfadeyên Zainal Abarakov dane kêm in û îfadeyên Zainal di hevdîtinên li gel Gulistan de pêk aniye û daye şaş in. Dokû anî ziman ku hevdîtina ku Zainal dibêje kin bûye 9 û 3 deqîqe dewam kiriye û got: “Bi telefonê li gel bavê wî hevdîtin dikin. Em dipirsin ev zarok bi kîjan çeteye re pêwendî daniye û di bin destê kîjan çeteyê de ye? Vê malbatê serî li kîjan çeteye daye? Kesê telefon vekiriye wek mafyayê axivîye.” 
  
Dayika Gulistanê, Bedriye Dokû jî diyar kir ku rojek şûn ve ew hîn bûne Gulistan winda bûye û got: “Dema pereyê wargehê derengî diket her roj li me digeriyan û fişarê li ser me pêk dianîn. Lê dema Gulistan winda bû piştî rojekê agahî didin me. Çima vê hesasiyetê ji bo vê yekê jî nîşan nedan. Mamosteyê zanîngehê ji zarokên me pere dixwaze. Lê dema zarokên me winda dibin dengê xwe dernaxin. Ez bang li hemû rayedaran dikim. Em ê dest ji vê meseleyê bernedin.” 
  
Serokê Baroya Dersimê Kenan Çetîn jî da zanîn ku wan bi serdozger re hevdîtin kirine û ew ê li gel baroyên bajarên herêmê bibin şopdarê pêvajoya ji bo Dokû.