Di sala 2019’an de hezar û 657 binpêkirinên mafan pêk hatine

  • 15:42 30 Çile 2020
  • Rojane
WAN - Şaxa ÎHD’ê ya Wanê binpêkirinên mafan ên di sala 2019’an de li Wanê qewimîne bi raporek ji raya giştî re eşkere kir. Di raporê de hat gotin di salekê de li Wanê hezar û 657 binpêkirinên mafan qewimîne. 
 
Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Wanê têkildarî binpêkirina mafan ên di sala 2019’an de li Wanê qewimînî amade kir û ev rapor li avahiya komeleya xwe bi civînek ji raya giştî re eşkere kir. Serokê Şaxa ÎHD’ê Mûrat Melet di civînê de axivî û got: “Bajarê Wanê wek bajarê ‘qedexekirî’ tê nasîn. Her çiqas OHAL hatibe rakirin jî li bi awayek fîlî dewam dike.”
 
Mûrat bal kişand ser çalakiya greva birçîbûnê ya Grûba Yorûm û ji Wezareta Dadê xwest guh bide daxwazên grûbê. 
  
Piştî axaftina Mûrat, Rêveberê Navenda ÎHD’ê Kasim Kalkan rapor xwend. Kalkan diyar kir ku îqtîdar li Tirkiyê darazê wek amûrek zextdar li ser muxalîf û muxalefetê bikar tîne û got: “Li Tirkiyê azadiya gotinê û rêxistinkirinê di bin tehdîtan de ye. Li gel vê yekê jî şer û pevçûn her ku diçe kûr dibe û didomin. Ev yek dibe sedemê mirina însanan û binpêkirina mafan. Mafê hilbijartinê hatiye desteserkirin. Ev yek jî sepana kêfî ya îqtîdarê ye.” 
 
Kasim da zanîn ku li Tirkiyê di sala 2019’an de gelek rewşenbîr, nivîskar û parêzvanên mafên mirovan ceza li wan hatine birîn û zextên li ser siyasetmedar, parêzvanên mafên mirovan, rojnameger û rewşenbîran berdewam kir. 
 
Kasim destnîşan kir ku li herêmê di sala 2019’an de binpêkirinên mafan, îşkence û muameleya xerab. Binpêkirina mafan ên li girtîgehan, qedexekirina mafê kombûn û xwepêşandanê û mudaxeleyan li ser wan, astengkirin û qedexkirina azadiya gotin û ramanê, azadiya çapemeniyê, tundiya li ser jinan û zarokan, windahiya mafên aborî û civakî binpêkirin pêk hatiye û di her kategoriya binpêkirina mafan de di salekê de bi giştî hezar û 657 binpêkirina mafan qewimîne.