‘Ji bo aşitî û aramiyê çareserî Îmralî ye’

  • 14:18 30 Çile 2020
  • Rojane
AMED - Komeleya 78’an a Amedê ji bo bal kişandina li ser tecrîta li Îmraliyê daxuyaniya çapemenyê da û di daxuyaniya hat dayîn de wiha hat gotin ; “Tecrîta ku li girtîgeha Îmraliyê û tevahiya girtîgehan tê meşandin divê demildest were rawestandin, Şert û mercên hevdîtinê ji bo çareseriyê bên amadekirin, maseya aştiyê ji nû ve were sazkirin û pêvajoya hevdîtin û muzakereyan were destpêkirin.”
 
Komeleya 78’an a Amedê ji bo balê bikişîne ser tecrîta li girtîgeha Îmraliyê û tevahiya girtîhgehan tê meşandin daxuyaniya çapemeniyê da. Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Bajarê Amedê Zeyad Ceylan, parlementerên HDP’ê Remziye Tosun, Dersîm Dag Komeleya Piştevaniya Malbatên Girtiyan (TUAY-DER), Komeleya Çand, Piştevanî û Alîkariyê ya Kesên li Dergûşa Şaristaniyê Xizmên Xwe Winda kirine (MEBYA-DER), aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) tevli daxuyaniya hat dayîn bûn . Daxuyanî ji aliyê Hevserokê Komeleya 78’an a Amedê Rifat Ronî ve hat xwendin.
 
'Dîrok bi serhildanan dagirtî ye'
 
Di destpêka daxuyaniyê de hat gotin ku dîroka mirovahiyê bi têkoşîna gel û neteweyan a li hemberî neheqî, înkar û desthilatdariyê dagirtî ye. Di vê têkoşînê de, dethilatdaran di şer, înkar êrîşkirin û desteserkirina destkeftiyên gelan û civakê de, azadîxwazan jî di aştî, azadî û serkeftinê de israr kirine. daxuyanî wiha hat berdewamkirin; “ Di têkoşînên maf û azadiyan de gelên azadîxwaz zehmetiyên mezin kişandine. Lê di encamê de bi ser ketine û gihîstine maf û azadiya xwe.”
 
'Di dawiyê de poşman bûn'
 
Di berdewamiya daxuyaniyê de bal hat kişandina ser êrişên AKP- MHP’ê yên li hemberî deskeftiyên Gelê Kurd ku bi awayekî aşkera pêk tînin û di dirêjiya daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Tecrîda ku Tirkiye li ser Rêberê PKK'ê pêk tîne li cîhanê mînaka wê ya li ser Nelson Mandella bû ku ji aliyê dewleta Efrîkaya Başûr ve li girava ‘Robenê 27 salan hat meşandin. Lê kesên ku ev tecrîd li ser Nellson meşandin di dawiyê de poşman bûn û gotin xwezî me berî bi demekê pêre muzakere bida destpêkirin û glê Afrîkî ev êş nekêşandana  "
 
‘Çareserî li Îmraliye ye’
 
Di dirêjiya daxuyaniyê de baş hat kişandin ser muzakerêyên li Îmraliyê û ev tişt hat gotin; “Ji bo ku şer bi dawî bibe û atmosfera aştî û aramiyê çêbibe, ji sala 1993’yan heta Newroza 2013’an 7 caran agirbest hat îlankirin û ji Newarora 2013’an heta 5’ê Nîsana 2015’an, ji du salan zêdetir Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi rayedarên dewletê re hevdîtin û muzekere meşandin. Abdullah Ocalan di rewşên herî krîtik de ji bo aramiya gelên Tirkiyeyê hewldanên xwe yên çareseriyê domandin û hîn jî  didomîne. Aktorê sereke ku di hevdîtin û muzakereyên; ji bo atmosfera aştî û aramiyê çêbibe ev qas xwedî roleke girîng e, ji 15’ê Sibata 1999’an ve li girava Îmraliyê girtî ye û ji 27’ê Tîrmeha 2011’an heta vê demê hevdîtina wî ya bi malbat û parêzerên wî re tê astengkirin. Ligel ku ev rol û rista wî ya çareseriya pisgirêkan tê zanîn jî, ev 21 sal in Abdullah Ocaln li grava Îmraliyê di tecrîdê de ye.”
 
‘Bila maseya aştiyê ji nû ve were sazkirin’
 
Daxuyaniyê de hat gotin ji bo ev êş, şikestin û bêbawerî neyên jiyîn û ji holê rabin ew weke Komeleya 78’an bang li rayedarên dewletê dikin ku li gorî peymanên navneteweyî yên di derbarê girtî û mafên girtiyan de tevbigerin, demek berî  şert û mercên girtiyan ên huqûqî tendurustî û înfazê bên sererastkirin. Tecrîta ku li girtîgeha îmraliyê û tevahiya girtîgehan tê meşandin demildest were rawestandin, Şert û mercên hevdîtinên ji bo çareseriyê bi Abdullah Ocalan re bên amadekirin, maseya aştiyê ji nû ve were sazkirin û pêvajoya hevdîtin û muzakereyên ji bo aştiyek bi rumet û mayînde were destpêkirin. Ji ber ku Tecrît sucê mirovahiyê ye. Di vê çarçoveyê de bi yekitî, hevgirtin û piştevaniyê, heta ku tecrîda  li Îmraliyê û li ser girtîgehên din were rakirin, dê têkoşîna me berdewam bike.”