Parêzeran ji bo çûyîna Îmraliyê serlêdan kirin

  • 13:55 30 Çile 2020
  • Rojane
STENBOL -  Parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji bo ku biçin Îmraliyê bi muwekîlê xwe re hevdîtin pêk bînin, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. 
 
Parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, Nevroz Ûysal, Faîk Ozgur Erol, Cengîz Yureklî û Mazlûm Dînç ji bo ku biçin Îmraliyê bi muwekîlê xwe re hevdîtin pêk bînin, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. 
 
Parêzerên Abdullah Ocalan Newroz Ûysal û Rêzan Sarica, di 2'ê Gulan, 22'ê Gulan, 12'ê Hezîran, 18'ê Hezîran û 7'ê Tebaxa 2019'an de çûbûn Îmraliyê pê re hevdîtin kiribûn. 
 
Parêzer ji 7'ê Tebaxa 2019'an heta niha her hefte serî li dozgeriyê didin, lê heta niha hemû serlêdanên wan bê bersîv dimînin.