Li Dêrikê 29 têkoşerên azadiyê hatin bibîranîn

  • 13:52 30 Çile 2020
  • Rojane
QAMIŞLO - Meclisa  Malbatên Şehîdan  a Dêrikê 29 têkoşerên azadiyê yên meha Çileyê  bi merasîmekê, bi bîr xistin.
 
Meclisa Malbatê Şehîdan yên bajarê Dêrikê 29 pakrewanên azadiyê yên ku di meha Çileyê de li deverên cuda di encamê şerên li ser herêmê ji bo parastina nirx û axa gelê xwe, xwe feda kirine bi bîr xistin. Merasîma bîr xistinê li navenda Çand û Hunrê a Diclê bi tevlîbûna endamên sazî û dezgehên sivîl, pêk hat. 
 
Piştî deqeyek rêzgirtin ji bo pakrewanên azadiyê, senivizyonek li ser qehremaniya van pakrewan hat pêşkêşkirin. 
 
Li ser navê Tevgera Civaka Demokratîk  (TEV-DEM) Ehmed Hemze axivî û sersaxî ji malbatên têkoşeran re xwest û wiha got: "Di tevahî bawerî û netewan de pakrewan hene. Her kes jî li gor rastiya netewa xwe rastiya wan tîne ziman. Bi hezaran pakrewan li ser vê axê xwîna xwe rijandin, da ku mirovên li ser vê axê azad bijîn. Bi saya berxwedan û qehremaniya wan em îro di nava aramiyê de ne. Pakrewan nirxê herî pîroz e. Divê ev mirovên wisa neyên jibîrkirin û soza domandina doza wan her zindî bimîne."
 
Merasîmên bîranînê bi starên şoreşgerî bi dawî bû.