Doza Komkujiya Pirsûsê dê sibehê bê dîtin

  • 12:30 30 Çile 2020
  • Rojane
RIHA - Danişîna 13’emîn a doza Komkujiya Pirsûsê ku DAIŞ’ê pêk anîbû û 33 kesan jiyana xwe ji dest dabû dê sibê li Dadgeha Rihayê were dîtin. 
 
Li Navenda Çanda Amara ya navçeya Pirsûsa Rihayê di 20’ê Tîrmeha 2015’an de DAIŞ’ê li dijî ciwanên endamên Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst (SGDF) teqîn pêk anîbû û 33 kesan jiyana xwe ji dest dabû. Têkildarî komkujiyê doz hatibû vekirin. Danişîna 13’emîn a doza Komujiya Pirsûsê dê sibê li 5’emîn Dadgeha Sizaya Giran a Rihayê were lidarxistin. 
 
Danişîn bi hinceta “ewlehiyê” li Kampûsa Girtîgeha Tîpa T a Rihayê tê lidarxistin. Parêzer, malbatên 33 kesên jiyana xwe ji dest dane, gaziyên Pirsûsê, Înîsiyatîfa Malbatên Pirsûsê, endamên SGDF’ê û gelek kes dê beşdarî danişînê bibin.