Meclîsa Ciwanan a HDP'ê wê li Wan û Erdîşê şahiyê li dar bixe

  • 12:29 30 Çile 2020
  • Rojane
WAN - Meclîsa Ciwanên HDP’ê, wê di 1’ê Sibatê de li Erdîşê û di 2’yê Sibatê de jî li Wanê şahiyan li dar bixe. 
 
Meclîsa Ciwanên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), wê bi şîara “Me serî hilda, em li ber xwe didin” û “Em bi ser faşîzmê de dimeşin” li Wan û navçeya Erdîşê şahiya gel li dar bixe. Ciwan wê şahiya xwe ya yekemîn di 1’ê Sibatê de li Salona Dawetê ya Guvendê ya Erdîşê saet 12.00’an de û şahiya xwe ya duyemîn jî, di 2’yê Sibatê de li Salona Dawetê ya Erenoglû saet 13.00’an li dar bixin. Parlamenterên herêmê wê beşdarî şahî bibin. Koma Pel û hunermend Fîkret Goyî wê derkevin ser dikê. 
 
Di şahiyê de, wê listikên Mencel û Zarogtin Zergotine bên pêşandan.