Rojnameger Melîke Aydin a girtî name şand: Min bêriya çêkirina nûçeyan kiriye

  • 12:28 30 Çile 2020
  • Rojane
ÎZMÎR - Nûçegîhana me Melîke Aydin ji girtîgehê name şand. Melikeyê got:"Min bêriya çêkirina nûçeyan kiriye." 
 
Nûçegîhana ajansa me Melîke Aydin di 12'ê Mijdara 2019'an de li Îzmîrê hat binçavkirin û di 15'ê Mijdarê de hat girtin. Melîkeyê ji Girtîgeha Girtî ya Jinê ya Şakranê name ji ajansa me re şand. Melikeyê got:"Min bêriya çêkirina nûçeyan kiriye." Her wiha Melikeyê girtiyên jin jî bi bîr anî û wiha got:"Ez wan dişibînim Şahmerana ku xwediyê agahiya dîroka cîhanê ye."
 
Melîkeyê di nameya xwe de diyar kir ku moralê wê baş e û wiha got:"Min bêriya çêkirina nûçeyan kiriye. Afirîneriya mirovan di nava derfetên kêm de betonan diderizîne. Ev jinên girtî yên li vir gelekî hêja ne. Ez wan dişibînim Şahmerana ku xwediyê agahiya dîroka cîhanê ye."