'Bi rêya şanoyê em peyama xwe digihînin civakê'
- 12:05 30 Çile 2020
- Rojane
Hesna Mihemed
ŞEHBA - Şanogerên 4'emîn Mîhrîcana Mîtan, derbarê girîngiya şano û watedariya peyama wê ya ji bo civakê gotin: "Şano rêbazek ji rêbazên danasîn û fêmkirinê ye. Bi rêya şanoyê em peyama xwe digihînin civakê. Jiyan bi hebûna mirovan watedar dibe."
Bi pêşengtiya Tevgera Kevana Zêrîn a Çand û Hunerê ya Herêma Efrînê 4'emîn Mîhrîcana Mîtan li Şanogeha Çiyayê Kurmênc a bi dirûşma" Em jiyanê diçînin" li navçeya Ehdas a Şehbayê tê lidarxistin. Mîhrîcan di roja xwe ya pêncemîn de dewam dike. Di nav de hemû şanoger berhemên xwe pêşkêş dikin û peyamên girîng bi civaka xwe re parve dikin. Di roja 4'emîn de şanogeran şanoya bi navê "Olimpiyet" li ser girîngiya av, parastina jiyanê û jîngehê, pêşkêş kirin. Têkildarî danasîn wateya şanoyê lîstikvana nêrînên xwe bi mere parve kirin.
'Peyama me ew e ku parastina jiyan û jîngehê bi rengekî rast bê kirin'
Şanogera bi navê Evîn Bîlal derbarê peyama şanoya wan a ji civakê re ev tişt got: "Di nava van rojên mîhrîcanê de têkildarî mijara parastina jiyanê nêzî 8 şano hatin pêşkêşkirin. Ez beşdarî van şanoyan bûm, nameya me ji gelê me re bi rêya şanoyan ew e ku parastina jiyan û jîngeha xwe bikin Her wiha girîngiya avê di jiyana xwe de baş fêm bikin û biparêzin."
'Jiyan bi hebûna mirovan watedar dibe'
Lîstikvana şanoyê Nolven Osman jî rola xwe di şanoyê de anî ziman û wiha got: "Ez jî beşdarî Mîhrîcana Mîtan bûme û rola min di şanoyê de bijîşk e. Jiyan bi hebûna mirovan wetadar dibe, divê mirov jiyana xwe jî biparêze. Xwesteka me ew e ku gelê me beşdarî mîhrîcanê bibin û rastiya civaka xwe baş bibînin."
'Jiyana bi parastinê bedew û xweş e'
Zaroka bi navê Arya Kirad bi temenê xwe 12 salî ye beşdarî Mîhrîcana Mîtan bûye û rola xwe tê de derdixe pêş. Arya wiha kêfxweşiya xwe bi lêv dike: "Ez gelek kêfxweş im ji bo beşdarbûna xwe ji mîhrîcanê re. Rola xwe wek zarok dilîzim û cara yekem ku beşdarî şanoyan dibim. Xwesteka min ew e ku her mirovek jiyana xwe biparêze. Jiyana bi parastin bedew û xweş e."