'Divê xizmeta tenduristiyê bi zimanê zikmakî bê dayîn'

  • 14:49 29 Çile 2020
  • Rojane
AMED - Di têkildarî xizmeta bi zimanê kurdî ya tenduristiyê de Platforma Tenduristiyê ya Amedê daxuyaniyek da û got: "Hevfêmkirina di tekiliya navbera nexweş û kedkarên tenduristiyê de jî bandoreke mezin li ser encamên xizmeta tenduristiyê dike. Daxwaza xizmeta tenduristiyê ya bi zimanê zikmakî parek ji mafê tenduristiyê, mafê tedawiyê, mafê nexweş û mafê jiyanê ye."
 
Platforma Tenduristiyê ya Amedê ku ji Odeya Bijîşkan a Amedê, Şaxa Sendîkaya Kedkarên Xizmeta Civakî û Tenduristiyê (SES) ya Amedê, Odeya Diransazan a Amedê, MEZ-DER û SHU-DER’ê pêk tê bi boneya xizmeta zimanê zikmakî ya tenduristiyê li avahiya Şaxa SES'ê ya Amedê civîna çapemeniyê li dar xist.  Daxuyaniya bi kurdî ji hêla rêveberê Odeya Bijîşkan Orhan Îlîm ve ya tirkî jî ji hêla rêveberê SES’ê Mahfuz Karaaslan hat xwendin. 
 
Di daxuyaniyê de hat diyar kirin ku ziman rasterast bandorê li ser xwegihandina xizmetên tenduristiyê dike û wiha hat gotin: “Hevfêmkirina di tekiliya navbera nexweş û kedkarên tenduristiyê de jî bandoreke mezin li ser encamên xizmeta tenduristiyê dike. Daxwaza xizmeta tenduristiyê ya bi zimanê zikmakî parek ji mafê tenduristiyê, mafê tedawiyê, mafê nexweş û mafê jiyanê ye. Ji bo xizmeteke wekhev û divê di warê tenduristiyê de zimanê zikmakî bê bikaranîn. Mixabin li Tirkiyeyê wekî hemû qadan di qada tenduristiyê de jî mafê bikaranîna zimanê zikmakî tê binpêkirin. 
 
Kêmasiya têkiliyan dibe pirsgirêk
 
Her kesî dît ku di erdheja li Xarpêtê de xebatkara alîkariyê bi birîndar re bi zimanê zikmakî axivî û bi vî awayî birîndar hat rizgakirin. Piştî vê bûyerê bi taybetî di xizmetên tenduristî, xizmetên gelemperî de giringiya zimanê zikmakî bêhtir hate ber çavan. Ger ku nexweş bi zimanê zikmakî xwe îfade neke çîroka nexweşî û semptoman jî bi zelalî nayê femkirin. Ev yek teşhîsê dijwartir dike û tedawiyê jî derengtir dike. Di rewşên lezgînî de kêmasiya têkiliyan pirsgirêkan hin zêdetir çê dikin. Em zanin ku di sêrî de di servîsên lezgînî di hemû beşên tenduristîyê de xizmeteke bi zimanê zikmakî wê encamên zutir û wesfdar pêk bîne.
 
Tercûman mahremiyetê ji holê radike 
 
Gava em peywira xwe tînin cîh tu caran ji hêla nijad, ziman, zayend, bawerî û çînê ve cûdatiyê naxin navbera nexweşên xwe û em baş dizanin ku ji bo fêmkirineke xurt hewce ye ragihandineke baş bi nexweş re bê danîn. Ji bo ev ragihandin xurt be divê hem nexweş û hem jî tenduristvan heman zimanî biaxivin. Nexweş divê bi zimanê ku herî baş xwe pê tîne ziman bipeyîve (ev ziman pirî caran zimanê zikmakî ye). Lê şûna vê gelek caran kesê sêyemîn wek tercûman qaşo têkiliya di navberê de pêk tîne û ev jî mahremiyeta di navbera nexweş û tenduristvan de ji holê radike. Mixabin ji ber kesê sêyemîn nexweş nikare xwe bi rihetî û bi awayekî rast bîne zimên û derd û êşên xwe vebêje û ev jî dibe sedema pirsgirêkên zêdetir.  
 
Ji bo xizmeteke baş zimanê zikmakî
 
Jixwe ji bo gel xizmeta tenduristiyê bi zimanê zikmakî bigre tu hincet navê. (Her çiqas karibe xwe bi zimanekî din îfade bike jî). Gava pirzimanî û pirçandîbûna li Tirkiyeyê li ber çavan were girtin, ji bo çareserkirina van pirsgirêkan divê perwerdehiya bi zimanê zikmakî û bikaranîna wê were teşwîqkirin û destek bê dayîn. Em wekî sazî û rêxistinên tenduristiyê xizmeteke wekhev, hêja, bêpere û bi zimanê zikmakî diparêzin. Di warê tenduristiyê de jî ji perwerda tibê hetanî xizmetdayîna tenduristiyê divê di her astê de rê li ber bikaranîna zimanê zikmakî were vekirin. 
  
Em ji xizmên hemwelatîyên ku di erdheja Xarpêtê de jiyana xwe ji dest dane re sersaxî û birîndaran re şîfa dixwazin. Bi tevî hemû encamên giran vê erdhejê giringiya xizmetên gelemperî ya bi zimanê zikmakî jî cardin derxiste pêşiya me."