Gultan Kişanak qedexeya pirtûkan a girtîgehê nivîsand

  • 14:40 29 Çile 2020
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Gultan Kişanak li Girtîgeha Kocaeliyê qedexeya pirtûkan a li girtîgehê û têkoşîna ku li dijî vê yekê didin, nivîsand. Gultanê bang kir ku hemû kes piştigiriyê bide têkoşîna wan. 
 
Hevseroka Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ya berê Gultan Kişanak li 1'emîn Girtîgeha Tîpa F ya Kocaeliyê biryara qedexeya pirtûkan a li girtîgehê li qoziya xwe ya Rojnameya Yenî Yaşamê nivîsand. 
 
Gultanê ragihand ku rêveberiya girtîgehê di meha îlonê de pirtûkên ku ji derve dihat qedexe kirine û tenê destûrê didin girtina pirtûkên li girtîgehê. 
 
Gultanê anî ziman ku ji bo qedexe bi dawî bibe ev demeke dirêj e ku ew li berxwe didin. Gultanê diyar kir ku ew têkoşînek hiqûqî jî didin û got ew fam dikin ku ev biryar mudaxaleyek "ji jor e". Her wiha Gultanê diyar kir ku wan îtirazî Dadgeha Înfaza Kocaeliyê kirine. 
 
Gultanê di nivîsa xwe de bal kişand ser girîngiya xwendina pirtûkan û têkoşîna ji bo vê yekê û wiha got:
 
"Gihandina weşanxaneyên cuda mafeke. Tu mafê îdareya girtîgehê tune ye ku mafê me yê bi vî rengî ji destên me bigire. Me xwest ev qedexeya ji bo hatina pirtûkên ji derve rabe. 
 
Diyar e ku îktidara siyasî dest avêtiye heta pirtûkan. Li girtîgehan pirtûk ji bo girtiyan mîna nan û avê ye. Li hucreyên Tîpa F yê ev yek girîngtir e. Ji bo serîderxistina bi tenêtiyê, ji bo xeyalkirinê, ji bo mirov rihê xwe têr bike pirtûk gelek girîng e. 
 
Li welatên nûjen û demokratîk ji bo mirov bêtir pirtûkan bixwînin gelek rê û rêbazên cuda hene. Bi taybet ev salake li vê girtîgehê tiştên awarte tên jiyîn. Berê Rojnameya Yeni Yaşam qedexe kirin. Bêyî ku hincetekê nîşan bidin hîn ev qedexe didome. Her wiha kovaran jî qedexe dikin. 
 
Tenê pirtûkên pirtûkxaneya girtîgehê ne qedexe ne. Lê bi vê yekê dixwazin rê bidin fikrên te û pergala xwe li ser te ferz bike. Divê ew azadî hebe ku em pirtûkên bi dilê xwe bixwînin. 
 
Mirovên di girtîgehan de bi saya piştgiriya dost û hevalên xwe yên li derve jî li ser lingan dimînin. Bi piştgiriyê jiyana xwe dewam dikin. 
 
Xwendin wekî girtina hilmê ye. Ji bo em zindî bimînin û bêhnê bistînin pirtûk pêwist e. Em ê nehêlin ew bêhna me biçikînin. Ji bo ev qedexeya ji holê rabe em ê bi hemû deftên di destên xwe têkoşîna xwe bidomînin. Em daxwaz dikin ku hûn jî piştgiriyê bidin vê têkoşîna me."