Ji bo 6'emîn damezrandina salvegera Rêveberiya Xweser daxuyanî hat dayin

  • 13:31 29 Çile 2020
  • Rojane
ŞEHBA - Bi boneya 6’emîn salvegera damezrandina Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, Rêveberiya Xweser a Herêma Efrînê li Wargeha Berxwedan a Şehbayê, daxuyanî da.
 
Bi armanca pîrozkirina 6’emîn salvegera damezrandina Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, Rêveberiya Xweser a Herêma Efrînê, daxuyanî da. Daxuyanî li Wargeha Berxwedan bi tevlîbûna şêniyên Efrînê, Endam û Rêveberên sazî û dazgehên Rêveberiya Xweser, hat dayin. 
 
Daxuyanî  ji aliyê Hevseroka Meclisa Rêveber a Efrînê Şîraz Hemo ve hat xwendin.
 
Daxuyanî wiha ye:
 
"Di nava aloziya Sûriyeyê û di nava pevçûnên heyî de, gelê Sûriyayê bi taybet gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê xeta têkoşînê hilbijartin. Di 29'ê Çileya 2018’an de Xweseriya Demokratîk hat îlankirin û li gor pêwîstiyên gel sazî û komîn hatin avakirin. Hemû qadên civakê yên siyasî, parastin, fêrbûna zimanê dayikê û hwd, hatin avakirin. Li kêleka wê jî sîstemeke ehlaqî û polîtîk ji bo wekhevî, azadî û demokrasiyê, hat pêşxistin. Li ser esasê jin bingeha civakê ye jiyan hat birêvebirin û gel hatin birêxistinkirin. Di nava 7 salan de  Efrîn cihê herî  bi ewle bû, lewma bi deh hezaran kesên ji Sûriyeyê ji ber şerê heyî berê xwe dan Efrînê û  bi wateya azadiya rast jiyîn.  Ruxmî şerê ku Efrînê jiya û di encama wê de zêdetir 300 hezar kes neçarî koçberiyê bûn, lê heta roja îro gelê Efrînê li Şehbayê li ber xwe didin.
 
Li Şehbayê gel rastî zehmetiyên herî bi êş tên. Zor û zehmetiyan ku dewleta Sûriyê li ser gel dide meşandin û derdora wan dorpêç dikin, li kêleka wê jî çeteyên dewleta tirk kiryarên xwe derheqê gel de didomînin.  Encex aloziya heyî bi rêya diyalogên Sûrî-Sûrî bên çareserkirin.
Em weke  Rêveberiya Xweser ya Herêma Efrînê, boneya salvegera  xweseriya demokratîk, li pakrewanên azadiyê û li rêberê xwe pîroz. Em soz didin  ku em ê berxwedana xwe berdewam bikin, heta Efrîn  rizgar bibe."
 
Daxuyanî bi dirûşma" Bijî berxwedana Efrînê" bi dawî bû.