Betlaneya Peşdibistanên Mexmûrê dest pê kirin

  • 12:28 29 Çile 2020
  • Rojane
MEXMÛR - Betlaneya Peşdibistanên Wargeha Mexmûrê dest pê kirin û zarok belgeyên xwe girtin. Zarok dê piştî 15 rojên betlaneyê dest bi dibistanên xwe bikin.
 
Betlaneya Pêşdibistana Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) dest pê kir û zarok belgeyên xwe wergirtin. Li Mexmûrê 5 pêşdibistan hene û girêdayî Weqfa Jinê kar dikin. Îro ji bo belge dayînê û dest pê kirina betlaneyê merasîmek hat organîzekirin. Merasîm bi deqeyek rêz girtinê dest pê kir. Axaftina merasîmê ji hêla Endama Kordînasyona Meclîsa Îstar û heman demê de mamosteya pêş dibistanê Gurbet Îşlek ve hat kirin. 
 
Gurbet, diyar kir ku nîv sala perwerdê qediya û wiha dom kir: "Ez pir bi kelecan im. Zarok li vir mezin dibin. Mezinbûna zarokan li vir kêyfxweşiyek dide me. Her wiha li gel zor û zehmetiyên wargehê derfetên ku li vir heyî li tu cihê cîhanê nîne. Xwendekar û mamosteyên Mexmûrê bi şansin ji ber ku bi zimanê xwe perwerde dibin û perwerde didin. Zarok neynika civakê ne û pêşaroje civakê ne."
 
Ji Kordîsnasyona Meclîsa Îştar Şaristan Durmaz jî di merasîmê de axivî û diyar kir ku zarok hêviyên civakê ne û stûna civakê ne û got: "Şoreş bi zarok û ciwanan destpê kir. Gotinek ya Rêber Apo heye ku dibêje  'Xwendevanên Mexmûrê xwendevanên min in'. Mamaostayên ku zarokan anîne vê astê spasiyan wan dikim û serkeftinê ji wan re dixwezim."