Dadgehê ji bersûcê êrîşa zayendî re 62 sal û 6 meh ceza birî

  • 11:30 29 Çile 2020
  • Rojane
COLEMÊRG - Dadgehê li M.A., yê ku li navçeya Geverê ya Colemêrgê êrîşa zayendî li dijî zaroka 9 salî kir, 62 sal û 6 meh cezayê girtîgehê birî. 
 
Li navçeya Geverê ya Colemêrgê M.A., yê 53 salî di 22'ê Cotmeha 2019'an de  êrîşa zayendî li dijî zaroka 9 salî kir. Piştî bûyerê li ser îxbarê M.A., li ser sûc hat binçavkirin û girtin. Piştî bûyerê doz li M.A., hatibû vekirin. Danişîna doza M.A., duh li Dadgeha Cezayên Giran a Geverê hat dîtin. M.A., li sûcê xwe mikur hat û Dadgehê 62 sal û 6 meh ceza birî. Heyeta dadgehê bi sûcdariya “Bi gefan tacîz û tecawizî zarok kiriye" û “Bi armanca tecawizê zarok ji azadî u huriyeta wî dûr xistiye" ceza birî. Parêzerên Komeleya Hiqûqnasên Azadîparêz (OHD) û endamên Komîsyona Mafên Zarok û Jinan a Baroya Colemêrgê jî tevlî danişînê bûn. Heyeta dadgehê piştî danişînê 62 sal û 6 meh ceza birî. 
 
Prz. Harika Gunay Karataş, diyar kir ku ji van sûcan hemû beşên civakê zerar dibîne û ev yek bi destê dadgehê jî hatiye îspatkirin.