Kongreya Star dest bi dewreya perwerdeyê kir

  • 10:28 29 Çile 2020
  • Rojane
HESEKE - Kongreya Star a bajarê Hesekê bi armanca pêşxistina kar û xebatên xwe dewreyek perwerdeyê da destpêkirin.
 
Kongreya Star a Bajarê Hesekê ji bo pêşxistina kar û xebatên xwe dewreyek perwerdeyê ji bo 25 endam û Rêveberên Kongreya Star  yên navçeya Hesekê dest pê kir. Perwerdeya li ser jinê û rêveberîyê li navenda Şehîd Medya ya Kongreya Star a  bajarê Hesekê ji aliyê Endama Rêveberiya Kongreya Star a taxa Giwêran Nergiz Îsmayîl ve hat dayîn. Perwerde bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir. Têkildarî vê mijarê endama Rêveberiya Kongreya Star a taxa Giwêran Nergiz Îsmayîl ji ajansa me re nirxandin kir.
 
'Jin di rêveberiyê xwedî roleke girîng e' 
 
Nergizê teqez kir ku di rêveberiyê xwedî roleke girîng e û wiha pê de çû: "Pêwist e rêveber di her alî de xwe pêş bixe. Di milê siyasî, civakî, dan û standinê de çalak be. Bi taybet pêwist e rêveber zane be û bi rêxistinkirî be da ku bikaribe endam, kar û xebat bi rengekî rêxistinî bide meşandin."
 
'Di her qadê de jin pêşeng e'
 
Nergizê diyar kir ku ya ku civakê bi rê ve dibe jin e û wiha domand: "Di kesayet û rastiya jinê de rêveberî li pêş e, ji ber ku jin ya ku zarokan perwerde dike, civakê bi rêve dibe ye. Lê sîstemên desthilatdar wê ji mafê wê yên xwezayî dûr xistiye. Tenê mêr wekî rêveber daye pêş. Di sîstema me ya netewa demokratîk de sîstema hevserokatîyê heye. Jin û mêr bi rê ve dibin. Ev şansek mezin e."
 
Nergizê di dawiya axaftina xwe de wiha got: "Di şoreşa Rojava de jin ne tenê rêveber bû, jin pêşeng bû. Di her qadê de cih girt da ku civakek azad pêş bixe."
 
Her wiha perwerde dê 5 rojan dewam bike.