Tayinkirina qeyûman û hedefgirtina destkeftiyên jinan

  • 09:18 29 Çile 2020
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Di sala 2019'an de qeyûm tayînê 32 şaredariyên HDP'ê kirin û di sala 2016'an de jî 95 hevşaredarên DBP'ê ji peywire hatibûn dûrxistin. Wekî salên borî qeyûm di serî de êrîş bir ser destkeftiyên jinan . Qeyûm di her gavê de dixwaze berhem, ked û afrîneriya bi salan ya ku ji hêla jinê ve hatî avakirin têk bibe. 
 
DBP'ê di hilbajartinên herêmî yên 30'ê Adara 2014'an de 3 jê bajarên mezin 102 şaredarî bi dest xist. Lê bi fermana Wezareta Karê Hundur di 11'ê Îlona 2016'an de bi hinceta 'alîkariya rêxistinê kiriye' qeyûm tayînî ser şaredariyên DBP'ê hatin kirin û 95 hevserokên şaredariyê ji peywira wan hat girtin. HDP'ê di hilbijartina 31'ê Adarê ya 2019'an a rêveberiyên herêmî de tevî hemû astengî û hîleyan 71 şaredarî ji destê qeyûman xelas kir. Lê piştî HDP'ê di hilbijartina 31'ê Adarê de 71 şaredarî qezenç kir, vê carê bi hîleya KHK'ê mazbata 6 hevşaredaran nehat dayîn û li şûna wan namzetê AKP'ê wekî şaredar hatin tayînkirin. Dîsa gelek şaredarî jî bi destê YSK'ê hatin xespkirin. Hikûmetê her wiha di 19'ê Tebaxê de dest bi tayînkirina qeyûman kir. Ewil qeyûm tayînî şaredariyên Bajarên Mezin ên Amed, Mêrdîn û Wanê kirin. Piştre jî gav bi gav qeyûm tayînî şaredariyên din kirin. Heta niha bi giştî qeyûm tayînî 32 şaredariyan hat kirin û 22 hevşaredar girtin. 
 
Nelirêtiya qeyûman di rojevê de cih girt 
 
Tevî Hevseroka Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ya berê Gultan Kişanak gelek hevserokên jin ên şaredariyên DBP û HDP'ê hîn jî girtîne. Waliyên wekî qeyûm tayînî dewsa hevşaredaran kirin di destpêkê de êrîşî saziyên jinan kirin û destkeftiyên jinan kirin hedefa yekem. Bi tayinkirina qeyûman di heman demê de li dijî polîtikayên civakî yên HDP û DBP'ê şerek hat destpêkirin û pergala hevserokatiyê ya ku nûnertiya wekheviyê dike jî hedef hat girtin. Di heman demê de pergala demokratîk û azadiya jinan bingeh girtibû bû hedefa qeyûman. Qeyûman xwestin têkoşîna ji bo pergala nûnertiya jinê hilweşînin. Bi tayinkirina qeyûman saziyên xizmeta ziman û çanda Kurdî dike hatin girtin û gelek kes ji kar hatin derxistin. Gelek saziyên şaredariyê hatin firotin an jî bi saziyên dewletê yên wekî muftutî, perwerdeya gel hat girêdan. Navên seyrangehên jinan hatin guhertin û bi hemû zordestiyan êrîş li dijî jinan pêk hat. Her wiha nelirêtiya qeyûman a sala 2016'an jî di rojevê de cihekî berfireh girt. 
 
Ji 2016'an heta 2019'an:
 
Di sala 2016'an de dema qeyûm tayînî şaredariyan kirin hemû xizmetên civakî hatin rawestandin. Qeyûm di serî de êrîş bir ser destkeftiyên jinan û hemû xebatên jinê da sekinandin. Xwest hemû berhem, ked û afrîneriya bi salan hatî kirin têk bibe. 
 
Atolyeya Jinan a Hêvî ya Şaredariya Êlihê ya di 2'yê tîrmeha 2011'an de hat vekirin û di qadên cuda de xebatên atolyeyê ji bo jinan dimeşand ji aliyê qeyûm ve hat girtin. Atolyeya Jinan a Hêvî ji bo aboriya jinê û afirandina qada xebatê ya jinê hatibû avakirin. Her wiha Qeyûmê ku tayînî şaredariya Êlihê bû Midûriyeta Polîtîkayên Jinan bi Midûriyeta Karê Civakî ve girê da û Navenda Jinan a Selîsê girt.
 
Qrêşên zarokan hatin girtin 
 
Pêkanînên qeyûm ên li dijî ziman û perwerdeya zarokan jî xwe da der. Bi tayînkirina qeyûm a Şaredariya Batmanê Qrêşa Zarokan a Helîn Şen jî hat girtin. Her wiha li Payîzava ya Wanê jî qeyûm Qrêşa Zarokan a Xeyrî Şinik girt û bi miftitiya navçeyê ve girê da. Qeyûm pêşiyê navê qrêşa ku li ser bîranîna Taybet Înan hatibû avakirin guherand û dûre wî ev qrêş bi temamî girt. Her wiha qrêşên di bin banê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê de yên bi navê Zarokîstanan hatin girtin. Her wiha qeyûm hevjîna xwe jî wek gerînende tayînî qrêşa zarokan kir. Kompleksa Werzîşê ya jinan a Şaredariya Batmanê ji aliyê qeyûm ve wek navenda sporê hat veguherandin û bi vî awayî qadên xweser ên jinan hatin desteserkirin.
 
Ajokarên jin ji kar hatin derxistin 
 
Nivîsgeha Polîtîkayên Jinan a girêdayî Şaredariya Mezin a Wanê projeya ‘Qulingên bi Baskên Mor’ çêkiribû û di otobûsên gel de ajokarên jin hatibûn îstîhdamkirin, lê belê qeyûm xebatkarên jin ji kar derxistin. Qeyûm bi gotina xwe ya ‘jin nikarin bibin ajokar’ helwestek zayendperest nîşan dabû. Şaredariya DBP’ê ya Erdişê ya di aliyê çand, ekolojî û xebatên jinê de gelek ked da. Bi alîkariya Hevşaredar Diba Keskin Atolyeya Buka Baranê ya bukên bi paç tên çêkirin hatibû vekirin. Qeyûmê ku li Şaredariya Erdîşa Wanê hat tayînkirin, projeya ‘Atolyeya Bûka Baranê’ ku gelek xebatên hêja dikir girt. Bi vê yekê girêdayî 60 jin hatin mexdûrkirin. 
 
Serokatiya Daîreya Polîtîkayên Jinan a Amedê hat girtin
 
Qeyûmê tayînê şaredariya Bajarê Mezin a Amedê bû Serokatiya Daîreya Polîtîkayên Jinan girt û 35 xebatkarên jin ên girêdayî serokatiyê jî ji kar derxistin. Projeya bi navê ‘Jiyana Bêsînor’ a Projeya Keda Jinan ku Şaredariya Nisêbînê ji bo îstîhdamkirina 70 jinan amade kiribû ji aliyê qeyûm ve hat sekinandin. Her wiha Midûra Polîtîkayên Jinan a Nisêbînê hat îxrackirin. Navenda Jinan a Gulşîlav hat girtin. Kiryarên ku jinan ji Bazargehên Taxê yên Jinan û ji projeyên aboriyê dûr bixin hatin kirin. Qeyûmê tayînî şaredariya Bêgiriyê bû mala xwarinê ya jinan girt.
 
Bi rêya olê xwestin vîna gel biçewisînin
 
Qeyûm Ahmet Odabaşı ku li Şaredariya Qoserê hat tayînkirin, Qada Jiyan û Tenduristiyê ya Ubeydullah Eren ku ji bo jinan perwerdeya werzîş û fitnesê dida veguherand û kir qûrsa quranê. Navê Navenda Jinan a Rojînê ya girêdayî Şaredariya Wanê bi navê ‘Navenda Jiyanê ya Jinan’ hat guherandin, di navendê de ji bo zarokan qursa quranê hat vekirin. Li qrêşên Zarokîstanan ên ku di bin banê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê de hatibûn vekirin piştî qeyûm hat tayinkirin di bin navê 'Dersa Nirxê' dersên olî hatin dayin.
 
Stargehên jinan hatin girtin 
 
Qeyûm dema hatin tayinkirin berê xwe dan stargehên şaredariyan. Qeyûman 2 ji van stargehan bi Wezaretiya Xizmetên Xebat, Civak û Malbatê ve girê dan, Şaredariya Akdenîzê Stargeha bi Navenda Jinan a Îştarê ve girêdayî girt û veguherand navenda xizmetên kal û pîran. Stargeha Şaredariya Wanê ji aliyê qeyûm ve hat girtin. Şaredariya Peyasê berî ku qeyûm were tayînkirin, biryara vekirina stargehê dabû. Piştî xebata salekê stargeh bi xebatkar û tefrîşatên xwe re li benda erêkirina wezaretiyê ma. Stargeha ku derfetên gelek baş dihewandin bi mehan li benda erêkirinê ma û taliyê wezaretiyê bi hinceta ‘hewcedarî tune ye’ vekirina stargehê qebûl nekir.
 
Deriyên saziyên jinan hatin qufilkirin
 
Qeyûmên ku li gor zihniyeta baviksalarî xwestin civakê bi teşe bikin dewsa jinan mêr bi cih kirin li yekîneyên ku ji bo xizmetên jinan hatibûn avakirin, memûrên mêr hatin tayînkirin. Nivîsgeha Polîtîkayên Jinan a girêdayî Şaredariya Mezin a Amedê ji kar hat derxistin û hemû xebatkarên vê yekîneyê hatin sekinandin. Li şûna Alîkariya Nivîsgeha Polîtîkayên Jinan peywirdarekî mêr hat tayînkirin û hemû xebatên jinan bi Sekreteriya Polîtîkayên Civakî û Malbatî ve hatin girêdan. Li Nivîsgeha Polîtîkayên Jinan a girêdayî Şaredariya Mezin a Mêrdînê memûrên mêr hatin tayînkirin. Qeyûmê ku li Şaredariya Mezin a Wanê hat tayînkirin, Nivîsgeha Polîtîkayên Jinan girt û xebatkarên vê yekîneyê bi rêveberiya mêrekî ve girê dan. Deriyên saziyên jinan hatin qufilkirin, saziyên ku nehatin girtin jî bi temamî bê bandor hatin hiştin. Qeyûmê ku li Şaredariya Edremît a Wanê hat tayînkirin, tabelaya Serokatiya Polîtîkayên Jinan ji cihê wê rakir, wî avahî ji bo xizmeta yekîneyê xebitand û li yekîneyê memûrên mêr hatin tayînkirin. 
 
Navend veguherandin 'Yekineya zewicandinê' 
 
Navenda Jinan a CEREN’ê bi KHK'ê hat girtin. Qeyûmê ku li Şaredariya Bismila Amedê hat tayînkirin, Navenda Jinan a Nûjînê veguherand û kir yekîneya zewicandinê. Qeyûmê ku li Şaredariya Batmanê hat tayînkirin, Serokatiya Polîtîkayên Jinan bi Serokatiya Karên Civakî ve girê da. Navê Navenda Jinan a Nûdayê ya girêdayî Şaredariya Qosera Mêrdînê bi navê ‘Navenda Jinan a Hanimelî’ hat guherandin, xebatên ku ji bo piştgiriya jinên ku rastî şîdetê hatine bi temamî hatin sekinandin.
 
Xebatkarên jin ji kar hatin derxistin 
 
Li Şaredariya Cizîrê qeyûm Serokatiya Polîtîkayên Jinan girt û xebatkarên wê ji kar derxistin. Her wiha deriyê Navenda Jinan a Sitiya Zîn hat quflekirin, agahiyên jinên ku serî li navenda jinan dabûn, ji vê navendê xizmeta şêwirmendiyê distendin, hatin desteserkirin. Ev navenda jinan wek Navenda Jinan a AKP’ê hatin xebitandin. Qeyûmê ku li Şaredariya Şirnexê hat tayînkirin, Navenda Jinan a Zahîdeyê û Navenda Çandê ya Cûdiyê girtin. Qeyûmê ku li Şaredariya Payîzavayê hat tayînkirin navenda jiyanê ya jinan veguhast û kir KADEM’a ku di bin piştgiriya hikûmetê de ye. Navenda Jinan a Çîçekê ya Şaredariya Kerboranê hat girtin.
 
Têkoşîna li dijî şîdetê dihat kirin hatin rawestandin
 
Xebatkarên Midûriyeta Polîtîkayên Jinan a Şaredariya Sêrtê hatin îxrackirin. Qeyûm Navenda Jinan a Berfînê jî girt. Xebatkarên Navenda Jinan a Peljînê ya şaredariya Dêrikê ji kar hatin derxistin. Navenda jinan ji aliyê qeyûm ve hat girtin. Xebatkarên Navenda Jinan a Rewşenê ya Şemrexê ji kar hatin derxistin û xizmet hatin sekinandin. Qeyûmê tayînî şaredariya Îpekyolu bû, Midûriyeta Xizmetên Jinan girt. Xizmet û projeya Navenda Jinan a Maya girt. Qeyûmê tayînî şaredariya Xelfetiyê bû xebatkarên Navenda Jinê ji kar derxistin. Navenda Jinan a Sema Yuce, Navenda Tipê ya Ayşenurê Zarakolu, Qrêş û Mala Cilşoyê ya Bazidê hat girtin. Qeyûm dest danî ser xeta telefona ku li dijî tundiyê hatibû vekirin. Qeyûmê ku li Şaredariya Rêya Armûşa Wanê hat tayînkirin, dest danî ser xeta telefona ku li dijî tundiyê ku hatîbû vekirin. Xizmetên ku li ser tundiyê dihatin dayîn ji holê hatin rakirin. 
 
Tora fûhûşê ya qeyûm
 
Di serdema Qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê de Polîs Ercan Uysaler, wekî Midûrê Çavkaniyên Mirov tayînî Kent A.Ş.’kirin. Derket holê ku Ercan li gel Çawîşê pispor ê berê û Midûrê Serokatiya Daîreya Agirkujê E.I. tora fuhuşê ava kirine. Jin, bi armanca der barê mijarê de serlêdana sûc bikin û şopdarê dozê bin ji çar aliyen Tirkiye hatin Mêrdînê. Ev mijar di demek dirêj di rojevê de ma.
 
Ji 2019'an û heta 2020'an: 
 
Bêtehemuliya li dijî destkeftiyên jinan
 
HDP'ê di hilbajartinên herêmî yên di 31'ê Adara 2019'an de 71 şaredarî bi dest xist. Jinên HDP'yî xwestin karê ku nivco mayî carek din dest pê bikin û binîn asta herî jor. Gelek xebat ji nû ve hatin destpêkirin û bi jinan re gelek civîn hatin kirin. Daxwaz û hewcedariyên jinan hatin guhdarkirin û plan û proje hatin derxistin. Li gelek bajar û navçeyan saziyên jinan ên nû hatin avakirin. 
 
Lê piştî hilbijartinê diyar bû ku hikûmet kar û xizmeta şaredariyê hezm nake carek din serî li tayînkirina qeyûman da. Di serî de 19'ê Tebaxa 2019'an de qeyûm tayînî şaredariyên mezin ên Wan, Mêrdîn û Amedê kir. Qeyûmên ku desthilatdariya xwe ya li ser civakê xwest mayinde bikin dîsa di destpêkê de sazî û destkeftiyên jinan hedef girtin. Projeyên jinan ên şaredariyên HDP'ê bi tayînkirina qeyûman carek din nîvco hatin hiştin. Dîsa saziyên jinan hatin girtin, xebat, projeyên jinan hatin rawestandin û midûriyeta kar û barên jinê dimeşîne ji holê rakirin. Xebatên ku bi kurdî dihatin kirin, tabelayên bi kurdî û malperên bi kurdî di vê serdemê de jî bû hedefa qeyûman. 
 
Piştî ku Erkan Savar wekî qeyûm tayînî Şaredariya Bêgiriyê ya Wanê hat kirin Mala Pirtûkan a Jinê ya Ayşe Şan girt. Qayûmê ku tayînî Şaredariya Bismilê hat kirin siteya webê ya bi Kurdî weşan dikir betal kir. Qeyûmê ku tayînî Şaredariya Cizîrê hat kirin 'î' ya Cizîrê derxistin û li gor tîpên tirkî bi teşe kir. Li Qereyaziyê qeyûm Mala Jinan girt, piştre kir qehwexane û ji xwediyê kargehê re 13 hezar cezayê pere birî.
 
Qeyûm dawî li karê Lîsa Çalan anî
 
Bi tayînkirina qeyûman ji Şaredariya Bismilê 7 kes ji kar hatin derxistin. Her wiha qeyûmê tayînî Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ya HDP'ê hat kirin tevî Lîsa Çalan 8 kes ji kar derxist. Di mîtinga 5'ê Hezîranê ya HDP'ê de di encama teqîna bombeyê de du lingên Lîsa Çalan hatibû jêkirin. 
 
Binçavkirin girtin û sirgunkirin...
 
Endama Meclîsa Şaredariya Gogsiya Erziromê ya HDP'ê Emel Turan, Endama Meclisa Şaredariya Karayaziyê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ku ji peywirê hat girtin Emel Turna, Endama Meclîsa Hênê Gulistan Atag, Endama Meclîsa HDP'ê ya Melezgirtê Sema Tekîn hatin girtin.  
 
Hevseroka Şaredariya Gimgimê ya Mûşê piştî ku qeyûm dewsa wê hat tayinkirin û hat binçavkirin şûnde di 19'ê Kanûna 2019'an de hat girtin. Ulku Karaaslan Baytaş di 26'ê Kanûnê de ji Girtîgeha Tîpa E ya Mûşê sirgunî 1'emîn Girtîgeha Girtî ya Tîpa T a Osmaniyeyê hat kirin. 
 
Her wiha dewsa Hevseroka Şaredariya Sûra Amedê Fîlîz Bûlûttekîn jî qeyûm hat tayinkirin û Fîlîz hat girtin. Fîlîza di 23'ê Kanûna 2019'an de hat girtin ji Girtîgeha Girtî ya Jinê ya Amedê sirgunî Girtîgeha Girtî ya Tîpa H a Erziromê hat kirin. 
 
Hevseroka Şaredariya Erdîşê ya Wanê Yildiz Çetin a ku sirgunî Girtîgeha Girtî ya Tîpa T a Osmaniyeyê hatibû kirin anîbû ziman ku wê tevî kelepçeya berovajî lêdan xwariye û leşkeran heqaret lê kiriye. 
 
Hevseroka Şaredariya Qoserê ya Mêrdînê, Nilufer Elik Yilmaz, Hevseroka Şemrexê Nalan Ozaydin, Hevseroka Şaredariya Dêrikê Mulkiye Esmez, Hevseroka Şaredariya Sitewrê Gulustan Oncu, Hevşaredara Rêya Armûşê ya Wanê Şehzade Kurt, Hevseroka Şaredariya Geverê Remziye Yaşar hatin girtin û sirgunkirin. Hevşaredara Şaredariya Qelqelî ya Wanê Dîlan Orencî jî di 6'ê Kanûna 2019'an de hatibû binçavkirin û di 9'ê Kanûnê de jî bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" û "propagandaya rêxistinê" hatibû girtin û wê şandibûn Girtîgeha Tîpa T a Wanê, piştre jî wê sirgûnê Girtîgeha Tîpa E a Erziromê kirin.