Dîrayet Dîlan Taşdemîr: Polîtîkayên şer ên taybet li hember jinan di dewrê de ye

  • 09:10 29 Çile 2020
  • Rojane
Rengîn Azîzoglu
 
DÊRSÎM - Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê Dîrayet Dîlan Taşdemîr der barê zêdebûna kuştinên jinan, şîdet, tacîz û tecawizê de nirxandin kir û got: “Bikaranîna hişbirê, pêkanînên fuhuş, sîxurtî û jirêderxistinê tên jiyîn. Ev demek dirêj e li hember rêxistinbûna ciwanên partiya me, meclîsa me ya jinan polîtîkayên şer ên taybet di dewrê de ye.”
 
Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê Dîrayet Dîlan Taşdemîr der barê zêdebûna îstîsmara zarokan, êrîşên li hember destkeftiyên jinan û zêdebûna kuştinên jinan de axivî. Dîrayetê da zanîn ku şîdeta li ser jinan kuştinên jinan pirsgirêkeke gerdûnî ye û ne pêkan e ku ev bi dem û cih bê sînorkirin. Dîrayetê bi lêv kir ku li her derê cîhanê şîdeta li ser jinan, êrîşên li hember destkeftiyên jinan heye û li dijî vê jî xeta berxwedana jinan pêş dikeve.
 
Dîrayetê wiha got: “Li hemû cîhanê, der barê cihê civakî-polîtîk yê jinan de divê li pêkanînên desthilatdariyan bê mêzekirin.Gelo hikûmet li dijî vê mijarê helwesteke çawa pêş dixînin? Li dijî vê têkoşîneke çawa dimeşînin? Bi rêxistinên jinan di tifaqeke çawa de ne?Divê bê pirsîn ku vê mijarê dixin ku derê siyasetê. Li Tirkiyeyê di 17 salên dawî de,  li hember destkeftiyên jinan êrîş pêk tên.  Gotinên zayendperet, di perwerde, tenduristî û fîlman de jî îdeolojiya mêr heyî dikin û polîtîkayeke ku jinan biçûk dixîne pêk tînin.”
 
‘Şîdeta li ser jinê ji hezarî , hezar û 400 zêde bûye’
 
Dîrayetê bi lêv kir ku polîtîkaya desthilatdariyê wek şîdet û kuştin li jinan vedigere û di 17 salên dawî de şîdeta li ser jinan û îstîsmara zarokan ji hezarî hezar û 400-500 zêde bûye. Dîrayetê wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ev ne tesaduf e. Ev di encama polîtîkaya ku AKP dimeşîne de dertê holê.  Di teşeyên qetilkirina jinan de guherîneke mijara gotinê ye. Êdî bi awayekî hovane qetilkirin heye. Serî tên jêkirin, bi dehan carî kêr dikin. Jin li dijî cîhana ku AKP hewl dide bike jiyanê serî hildidin. Lê li dijî vê dîsa rastî şîdetê tên. Nêzîkatiyeke adîlane wekhev ne mijara gotinê ye.”
 
‘Hewl didin di civakê de daxwazê biafirînin’
 
Dîrayetê destnîşan kir ku divê tifaq û hêza jinê derkeve holê û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Li meclîsê komîsyona lêkolînkirina sedema destberdanan hat avakirin. Ya rast em bêjin komîsyona pêşîgirtina destberdanê baştir e. Ez jî di wê komîsyonê de bûm. Mijara ku zarok bila bi îstîsmarkarê xwe re bê zewicandin mijarek girîng e. Divê pêşî li vê yekê bê girtin. Hewl tê dayîn ku civak vê qebûl bike, bi civakê re daxwazê biafirînin. Her wiha der barê mafê nefeqeyê de jî nêrîneke wisa hat afirandin. Lê rêxistinên jinan û rayagiştî hestiyariyeke cidî nîşan dan.”
 
‘Polîtîkaya şerê taybet di dewrê de ye’
 
Dîrayetê bi lêv kir ku li Kurdistanê 40 sale polîtîkayek tê meşandin û  ev tişt anî ziman: “Li Kurdistanê nêzî 15 hezar kuştinên kiryar nediyar hatine jiyîn. Mirov bi şev ji malê wan hatin girtin, ji kargeriyên wan hatin girtin û windakirin.  Siyaseta şer, netewperestî, mîlîtarîzm, siyaseta têkbirina civakî, mekanîzmayên şerê taybet li Kurdistanê di dewrê de ye. Şîdeta li hember jinan jî, îstîsmar jî, bikaranîna hişbir, fuhuş û ji rêderxistinê li Kurdistanê di dewrê de ye. Ev jî polîtîka şerê taybet e.”
 
‘Polîtîkaya rizandinê tê meşandin’
 
Dîrayetê bal kişand ser polîtîka bêcezahiştina gumanbaran û got ev jî ji bo piştgiriya polîtîkaya rizandina civakê pêk tê û wiha berdewam kir: “Li Şirnexê midûrê dibistanê 50 xwendekarî îstîsmar dike û wêne vê nîşan didin. Midûr tê darizandin. Lê di encamê de wî dişînin dibistaneke din.  Ev polîtîkayeke taybet a rizandina civakê ye. Dêrsîm bajarekî biçûk e. Bajar seranserê rojê tê şopandin. Ev demek dirêj e ji xwendekara zanîngehê Gulîstanê agahî nayê girtin. Mêrê ku tê gotin hevalê Gulîstanê ye her kes rewşa wî dizane.  Berê gotin derketiye derveyê welat. Dawî gotin di bin kontrolê de ye. Wê demê vî kesî bi rojane tiştek got gelo? Çi îfade da. Ger îfade dabe çima nayê parvekirin. Ger îradeya muxalefetê, rêxistinên jinan û gelê Dêrsîmê tunebûna wê ev nehatiba lêkolînkirin. Divê jin xwe zêdetir bi rêxistin bikin. Ev êrîşeke polîtîk e. Divê em bizanibin ku ev bi taybet tê pêşxistin.”