Mala Jinan kirin qehwexane û 13 hezar cezayê pere hat birîn

  • 09:07 29 Çile 2020
  • Rojane
Zeynep Durgut
 
ERZIROM - Li Qereyaziyê qeyûm Mala Jinan girt, ji xwediyê kargehê re 13 hezar cezayê pere birî. Endama Meclîsa Şaredariyê Sûmeyye Taşçi bertek nîşanî vê  helwestê da û got êrîşên li dijî xebatên jinan li dijî deskeftiyên civakî ne.  
 
Piştî hilbijartinên heremî yên 31’ê Adarê gelek şaredariyên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) hatin desteserkirin. Yek ji  şaredariyên ku hat desteserkirin Şaredariya Qereyaziyê ye. Li gel desteserkirina şaredariyê gelek projeyên ku ji aliyê şaredariya HDP’ê  ve hatibûn amadekirin, qeyûm yek bi yek betal kir. Yek ji van xebatan jî Mala Jinan e. Mala Jinan a ku di meha îlonê de ji aliyê şaredariyê ve ji bo  jinan hatibû amadekirin di roja vekirina wê de qeyûm tayinî şaredariyê kirin û di heman rojê de Mala Jinan hat girtin. Qeyûm bi vê yekê jî nema peymana ku bi xwediyê kargehê re hatî îmzekirin fes kir û 13 hezar cezayê pere bi faîzî li xwediyê kargehê birî. Mala Jinan niha qehwexaneya mêran e, lê hê jî tabeleya wê disekine. Ji bo ku tabela bê jêkirin xwediyê kargehê  heta niha ji aliyê qeyûm ve bi dehan caran  gefan re rû bi rû ma lê dîsa jî wekî bertek  tabela “Mala Jinan”  jê nekir. Der barê mijarê de Endama Meclîsa Şaredariya Qereyaziyê Sûmeyye Taşçi axivî. 
 
‘Mala Jinan bû qehwexane’
 
Sûmeyeyê diyar kir di roja vekirina Mala Jinan de qeyûm tayinî şaredariyê kirin û anî ziman ku yekem îcraata qeyûm bû hedefgirtina xebatên jinan û wiha axivî:” Piştî ku me şaredarî qezenc kir, me lez da xebatên xwe. Di destpêkê de me xebatên jinan me dan pêşiya xwe. Di nav van xebatan de xebata me ya yekem bû amadekariyên Mala Jinan. Ji bo vekirina Mala Jinan me bi qeymeqam re hevdîtin pêk anî. Lê qeymeqam erênî nêzî projeya me nebû. Me jî wek şaredariyê însiyatîf hilda û me kargehek kire kir. Piştî xebatên 10-15 rojan şûnde Mala Jinan me amade kir. Roja ku me xwest em vekirina Mala Jinan pêk binîn qeyûm tayinî şaredariyê kirin. Tevî hemû astengiyên me jinan vekirina Mala Jinan pêk anîn. Di roja ewil de hemû amûrên Mala Jinan hatin desteserkirin û valakirin. Mala Jinan niha jî qehwexane ye. Şaredariyê  bi xwediyê kargehê re 2 sal peyman îmze kir. Ji aliyê şaredariyê ve pereyê salekê dabûn xwediyê kargehê. Lê piştî ku qeyûm hat bi faîz 13 hezar cezayê pere ji xwediyê kargehê hat birîn. Qeyûm hem jin mexdûr kir û hem jî xwediyê kargehê mexdûr kir.”
 
‘Gelek jin ji kar hatin derxistin’
 
Sûmeyeyê bi lêv kir ku hedefgirtina xebatên  jinan êrîşa li dijî deskeftiyên civakî ne û got bi vê nêzikatiyê jinan tune dihesibînin û wiha dom kir:” Girtina Mala Jinan li dijî deskeftiyên civakî êrîşeke. Ew qadên ku ji aliyê jinan ve bi kedên mezin hatine avakirin, bi destê qeyûman ve tên bêdengkirin. Em vê yekê qebûl nakin. Em li her qadên jiyanê hene û em ê hebin. Qeyûmên ku deskeftiyên jinan hedef digirin, dixwazin bi hişmendiya desthilatdar şaredariyan bi rê ve bibin. Ji aliyê qeyûm ve gelek jinên xebatkar ji kar hatin avêtin. Erê dibe ku ew êrîş bikin, me tune bihesibinîn lê em jin dê li her bajaran, navçeyan, gundan li deskeftiyên xwe xwedî derkevin. Em ji gelê xwe bawer in îro dîsa hilbijartin çê bibe, gelê me dê dîsa dengê xwe ji bo HDP’ê bi kar bîne. Kesên ku dê herin qeyûm in ne em in.”
 
‘Qeyûm tenê ji AKP û MHP’yiyan re xizmetê dibe’
 
Sûmeyeyê di dawiya axaftina xwe de da zanîn ku qeyûm tenê ji AKP û MHP’yiyan re xizmetê dibe û diyar kir ku kesên ku bi vîna gel nehatin hilbijartin wê bi hilbijartinê biçin û wiha dawî li axaftina xwe anî:” Li Qereyaziyê bi giştî xebata  23 piran hat destpêkirin. Lê li gel hatina qeyûm ev xebat hat sekinandin. Niha li gundan gel bi zehmetiyên mezin re rû bi rû ne. Ji ber barîna berfê rêya gelek gundan hatiye girtin. Lê ev berf bi tu awayî nayê paqijkirin. Gel bi rastî jî mexdûr e. Qeyûm zilmê li gel dike. Qeyûm tenê ji AKP û MHP’yiyan re xizmetê dibe. Ji gel re dibêjin “We dengê xwe dabe kê, herin xizmetê ji wan bixwazin” Lê gelê Qereyaziyê çawa di 31’ê Adarê de dengê xwe ji bo HDP’ê bi kar anîbe, wê sala 2023’an de jî dengê xwe ji HDP’ê re bi kar bîne. Kesên ku vîna gel nas nekirin, bi hilbijartinê nehatin, lê wê bi hilbijartinê biçin.”