Bi ambargoyê dixwazin Mexmûrê tenê bihêlin

  • 09:05 29 Çile 2020
  • Rojane
Medya Uren
 
AMED - Ligel êrîş û polîtîkayên taybet ên li hemberî Mexmûrê, ambargo jî 196 roj in didome. Li hemberî jiyaneke hevpar polîtîkayeke tenêhiştinê tê meşandin. Parlamenter Remziye Tosun diyar kir ku êrîşên li hemberî Mexmûrê wekî êrîşên li hemberî Sûr û Rojava ye û got: "Divê bê zanîn ku bi van rêbazan nikarin gel tune bikin. Divê Gelê Kurd, siyasetmedar û rayedarên berpirs xwedî li Mexmûrê derkevin û bi yekitiyê pirsgirêkên xwe çareser bikin."
 
Wargeha Mexmûrê, ji bo kurdên ji bakurê Kurdistanê ji ber zext û zordariyê koçber bûn, bû stargehek. Rêwitiya ber bi Mexmûrê ve di salên 1994'an de dest pê dike. Koçber li Mexmûrê ji tunebûnê jiyanek, bajarek ava kirin. Mexmûr wargeheke penaberan e û nêzîke bajarê Mexmûrê di nav sînorên Herêma Federal a Kurdistanê de ye. Lê Ambargoya li hemberî Mexmûrê 196 roj in didome. Me xwest em rewşa Mexmûrê, avakirina pergala jiyana nû bînin ziman û her wiha nêrîna parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Amedê Remziye Tosun jî parve bikin.  
 
Jiyaneke nû ava kirin
 
Ji bo koçberan çîrok li Mexmûrê dest pê nake, di serî de çûn wargehên wekî Şeraniş, Bêsêv, Bihêrê, Geliyê Qiyametê, Etruş û Nînova. Her koçberiyek bi xwe re zehmetiyek anî. Di rêwitiyê de bi dehan zarok, pir û qal ji ber şert û mercên zehmet ên jiyanê jiyana xwe ji dest dan. Herî dawiyê berê xwe dan cihekî wisa ku kesek ne bawer bû ku li vir jiyanek bê afirandin, cihek hişk, zuha û tu derfetên jiyanê lê tune bû. Her wiha ji ber dupişkan kesek nedikarî gevekî bavêje. Lê li vir jiyaneke nû hat avakirin. Xanî hatin çêkirin, dar hatin çandin, dibistan, sazî û dezgeh hatin vekirin. Jiyaneke hevpar hat pêşxistin. Koçberên ku hêjmara wan dighijê 15 hezaran li dijî polîtîkayên tunekirin û koçberiyê jiyaneke nû afirandin. 
 
Her tim bi êrîşan re rûbirû man
 
Li Mexmûrê çend pergaleke nû ya jiyanê hat afirandin jî dîsa jî êrîşên li hemberî koçberan bi dawî nebûn. Wargeh di 6’ê tebaxa 2014’an de bi êrîşen çeteyên DAIŞ’ê re rûbirû ma û di roja duyem de wargeh hat valakirin. Lê bi berxwedana parazvanên Mexmûrê carek din mexmûrî vegeriyan cihê xwe. Herî dawiyê jî di 17’ê tîrmeha sala 2019’an li Restoranteke Hewlerê rêveberekî Îstixbarata Milî ya Tirk (MÎT) hat kuştin û piştre rêveberiya Partiya Demokratîk a Kurdistanê (PDK) wargeha Mexmûrê dorpêç kir û ambargo danî ser Mexmûrê.
 
196 roj in ambargo didome
 
Ambargo ket roja xwe ya 196'an. Nexweş nikarin biçin nexweşxaneyan, xwendekar nikarin biçin dibistanên xwe û penaber nikarin pêwistiyên xwe rojane pêk bînin. Çend rayedarên Mexmûrê xwestin hevdîtin cihên eleqedar re pêk bînin lê heta îro jî tu bersiv nehatiye dayîn. Gelek şande çûn serdena penaberan û pirsgirêkên mexmûriyan guhdar kirin, helwest, hevdîtin û daxuyaniyên şandeyan tera rakirina amborgoyê nekir. Herî dawiyê Dayikên Aştiyê yên Mexmûrê bi rojan li ber asayîşa PDK'ê çalakiya rûniştinê li dar xistin û rewşa Mexmûrê xistin rojevê. Lê hêj jî li hemberî ambargoyê helwesteke hevpar a xurt ji hêla sazî û dezgehên fermî ve nehatiye nîşandan. 
 
'Ji ber êrîşan bûn koçber'
 
Parlamentera HDP'ê ya Amedê Remziye Tosun têkildarê rewşa Mexmûrê û ambargoyê de nêrînê xwe anî ziman. Remziye, di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser jiyana 27 salan a Mexmûrê û wiha dest bi axaftina xwe kir: "Di salên 90'î de kurd li herêmê bi êrîşên dijwar re rûbirû man. Gund hatin şewidandin, mal û milk hatin talankirin û bi dehan kes hatin binçavkirin, girtin û kuştin. Gel neçariyê berê xwe dan başûrê Kurdistanê. Li vîr jî jiyaneke betir dijwartir dest pê kir. Lê koçber tu carî serî netewand û li ber xwe dan."
 
'Jiyana li Mexmûrê di xeterê de ye'
 
Remziye di axaftina xwe de bal kişand ser amborgoyê û wiha got: "Cara duyem e ambargoyê datînin ser Mexmûrê. Amborgo jiyana penaberan a rojane dixe nava xetereyê. Li wargehê zarok, pir û qalên nexweş hene û nikarin derkevin derveyî wargehê. Heta niha ji ber ambargoyê 8 kesên nexweş jiyana xwe ji dest dan. Jinek e ducanî ji ber ku nehiştin biçe nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da. Ev nêzîkatiyeke li dij mirovahiyê ye."
 
'Li hemberî jiyaneke hevpar êrîş pêk tê'
 
Remziye, diyar kir ku li hemberî kurdan polîtîkayên belavkirin û tunekirinê tên meşandin û wiha dom kir: "Dixwazin bi lîstîkên qirêj kurdan tasfiye bikin. Li Mexmûrê jiyaneke hevpar û rêxistinkirî hatiye avakirin. Li hemberî jiyaneke hevpar êrîş pêk tê. Polîtîkaya herî dawî jî ambargo li hemberî Mexmûrê ye. Êrişên li hemberî Mexmûrê wekî êrîşên li hemberî Sûr û Rojavayeyê. Lê divê bê zanîn ku bi van rêbazan nikarin gel tune bikin."
 
'Xwedî li Mexmûrê derkevin'
 
Remziye herî dawiyê bal kişand ser hewldanên ji bo rakirina ambargoyê û wiha bi dawî kir: "Di serî de Gelê Kurd, siyasetmendar û rayedarên berpirs xwedî li Mexmûr derkevin. Li dijî polîtîkayên tunekirinê divê kurd bibin yek û di bin banê yekitiya netewî de divê pirsgirêkên xwe çareser bikin.'