'Dîtina Rêberê min wekî xewnekê bû, xewna min jî pêk hat'

  • 09:03 29 Çile 2020
  • Rojane
Sorgul Şêxo
 
HESEKÊ - Dayika bi navê Hemdiya Kûtê, di salên 1995 û 1997'an de bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk aniye. Dayika Hemdiya derbarê hevdîtina xwe de hestên xwe tîne ziman û wiha dibêje:"Dîtina Rêberê min weke xewnekê bû, xewna min jî pêk hat. Bi dîtina serokê xwe re min bêhneke azadiyê ya kûr kişand."
 
Komploya li dijî Rêberê PKK'ê Abdulla Ocalan ku di 15'ê Sibata 1999'an de hatiye meşandin, 22 sal li peyî xwe hişt. Dema ku  Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li Sûriyeyê bû bi gelek malbat û dayikên Kurd û Ereb re civiyaye. Mîratek ji têkoşîna jinê û dilsoziya bi azadiyê re, ava kir. Yek ji dayikên ku bandora eşqa azadiyê  bi malbata  wê re hebû,  zarokên wê tevlî nava refên tevgera azadiyê  bûn û di şoreşê de canê xwe feda kirin, Hemdiya Kûtê ye. Dayika Hemdiya du caran bi  Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk aniye û hestên xwe yên ku wan rojan jiyaye bi me re parve kir. 
 
'Xeyalê min ew bû ku rojekê Rêberê xwe bibînim'
 
Dayika Hemdiya kêliya hevdîtina bi Abdullah Ocalan re û hestên wê kêliyê wiha anî ziman:"Her xeyalê min ew bû ku rojekê Rêberê xwe bibînim, li çavên wî mêze bikim, da ku ez rastiya şerê heyî  û rewşa ku civak tê de derbas dibe bibînim û şîrove bikim. Dema ku min gav ber bi serok ve avêtin û silav da wî dilê min lerizî. Ez kelecanî bûm û ez ketim nava cîhaneke nû. Bi dîtina serokê xwe re min bêhneke azad û kûr kişand. Ez pir kêfxweş û bextewar bûm." 
 
'Nîqaşên Serokatî îro di Şoreşa Rojava de der dibe' 
 
Hemdiyayê nîqaşên ku Abdullah Ocalan bi wan re parve dikir, wiha rave kir: "Serokatî pêşeroj baş dixwend û dizanîbû wê çi bibe û nebe. Di salên 1995 û 1997'an de digot wê şerekî pir mezin çêbibe, pêwîst e hûn xwe li gorî şerê gelê şoreşgerî bi rêxistin û amade bikin. Girîngî dida welatparêziyê. Ji malbatan re digot li ser esasê welatparêziyê zarokên xwe mezin bikin. Ax û rûmeta xwe biparêzin. Nîqaş û perspektîvên ku serokatî di sala 1995 û 1997'an de dida îro di Şoreşa Rojavayê Kurdistanê,  Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de pêk tê."
 
'Xwedî li projeya Netewa Demokratîk derkevin'
 
Hemdiyayê derbarê projeya Netewa Demokrayîk ku Abdullah Ocalan pêşkêşî gel dikir wiha anî ziman: "Pêwîst e ku civak li projeya ku serokatî pêşkêşî wan kir xwedî derkevin, wê biparêzin û mayinde bikin. Projeya Netewa Demokratîk misogeriya maf û wekheviya tevahî netewan e.  Ev proje ax, nasname, hebûn û dîroka gelan e. Pêwîst e ku em di her kêliyê de wê biparêzin."
 
'Namûs axa welat e' 
 
Hemdiyayê nîqaşa Abdullah Ocalan a derbarê wateya peyva namûsê de wiha şîrove kir: "Serokatî digot mêr dibêje bila keç û hevjîna min dernekeve derveyî derî, ji ber ku wekî namûsa xwe dibîne, lê têgeha rast a namûsê  axa ku ew,  hevjîn û keça xwe li ser dijîye. Ji xwe heger ax biçe tu wate ji namûsê re namîne. Parastina namûsê ew e parastina axê ye."
 
'Min zarokên xwe li ser eşqa azadiyê perwerde dikir' 
 
Hemdiyayê diyar kir ku Abdullah Ocalan girîngî dida perwerdeya malbatê û wiha pê de çû:"Piştî civîna 3 rojan bi serok re, ez vegeriyam malê. Tiştên ku min girtibûn min bi malbata xwe re bi lidarxistina civînekê re parve kir. Min ji wan re got Gelê Kurd çiqas rastî komkujîyan hatiye, lê wê doza me bi ser bikeve û em ê di jiyaneke azade de bijîn. Keça min a mezin tevlî nava refên tevgera azadiyê bû,  keça min Jînda jî piştî civînê soza xwe da û ew jî bi rêka  xwişka xwe ket. Piştî têkoşîn û xebateke demdirêj Jîndaya min di sala 2013'an de li Efrînê şehîd bû. Min di aliyê welatparêziyê de malbat baş perwerde kir û heta niha jî berdewam dikim."
 
'Em dev ji welatê xwe bernadin'
 
Hemdiyayê wiha dewam kir: "Êdî bes e, serok fêm bikin, koçber nebin û li ser axa xwe bijîn. Wê rojek were ku şewqa ronahiyê bide welatê me. Pêwîst e gel di aliyê polîtîkayên dijmin de hişiyar bin, koç nebin û nebin qurbaniya polîtîkayên dijmin. Berxwedana gelê Serêkaniyê di Kampa Waşokanî de yek ji rengê berxwedana li hember polîtîkayên valakirina herêmên Rojava û guhertina wê ye. Dibe ku em birçî bibin, lê em  ji warê xwe dernakevin." 
 
'Em bi felsefeya Rêber Ocalan li ber xwe bidin'
 
Hemdiyayê şerê ku îro li Bakurê Sûriyeyê ji aliyê dewleta tirk ve rû dide wekî berdewamiya komployê pênase dike û wiha dawî li gotina xwe anî: "Ne tenê bi destên dewleta tirk, Emerîka, Rûsya, Îran û Rêjîma Sûriyeyê bi xwe jî di şerê ku ev 9 sal in li Sûriyeyê û taybet li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berdewam dike, hene. Bêdengiya ewqas dewletên ku bi rengekî veşartî destekê didin Erdogan, hevkariya wan dide diyarkirin. Heta vê kêliyê jî komploya ku beriya 22salan hatiye destpêkirin, berdewam dike. Em ê bi felsefeya Rêber Apo li ber xwe bidin û rê nedin polîtîkayên dijmin  ku pêk werin."