Resmiya Fetah: Bi êrîşan proje û destkeftiyên Gelê Kurd hedef hatin girtin

  • 09:02 29 Çile 2020
  • Rojane
Sorgul Şêxo 
 
HESEKÊ - Endezyara Şaredariya Gel a Navçeya Til Temirê, Resmiya Fetah projeyên ku di sala 2019-2020'an de û amadekariyên projeyek alternatîf a stasyona avê ya bi navê Elok nirxand. Resmiyayê diyar kir ku piştî êrîşên dewleta tirk û hevkarên wê yên li ser Girê Spî û Serêkaniyê jêdera stasyona Elokê ya avê li ser hezaran şêniyên Til Temir, Hesekê û gundewarê wê hatiye qutkirin û got:" Wekî alternatîf em ê stasyona avê li gundê Ên El-Ebid çêbikin. Bi êrîşan proje û destkeftiyên Gelê Kurd hedef hatin girtin. Heta ji destên me bê em ê hewil bidin ku alternatîfên nû biafirînin û destkeftiyê xwe biparêzin."
 
Şeradariya Gel a Navçeya Til Temirê xebatên gelekî girîng ku dikeve xizmeta gel pêk anîye. Derbarê projeyên rê û avê  yên di sala 2019 û 2020'an de, Endezyara Şaredariya Gel a Navçeya Til Temirê Resmiya Fetah nirxandin kir. 
 
'Bicihanîna projeyên 2019'an êş û derdê gel derman kirin' 
 
Resmiyayê diyar kir ku wan  li ser daxwaz û pêwîstiya gel gelek proje bi cih anîne û wiha dom kir: "Ji ber lehiyên ku di sala 2018'an de li herêmên me rabûn gelek rê û pirên gundan ji xizmetê derketin. Li ser bingeha sererastkirina riyan û avakirina piran ji nû ve me gelek proje dan destpêkirin. Pirên gundê Medan, Qeşka û Dişîşa ku dikeve ser riya M4 xwedî stratejiyeke pir mezin e. Her wiha pirê Til Hemamê û pirê gundê Hûda yên ku dikeve navçeya Til Temirê û giştî çiyayên Kizwan bi hev re girê didin ji xizmetê derketibûn. Li ser vê bingehê hatin sererastkirin û ji nû ve ket xizmeta gel." 
 
'Ji navçeyê heta gundan rê, pir û kanalîzasyona avê hatin sererastkirin'
 
Resmiyayê bal kişand ser  projeya vekirina rêyek taybet ji bo kamyonên mezin da ku di navçeyê de derbas nebin û wiha pê de çû: "Ji ber kamyon barê wan giran e rêyên navçeyê zû xera dibin. Me jî pêwistî dît ku ji bo kamyonan rêyek taybet çêbikin û niha di meriyetê de ye. 4 gund girêdayî gundê Silmasa ye, ji bo wê pir hatiye çêkirin. Her wiha 12 kolanên navçeya Til Temirê bi kevirên şikestî û bi ziftê hatiye çêkirin. Pirsgirêka kanalîzasyona avê ku em 10 salan dijîn, me çareser kir û berfirehtir kir, gel êdî gazincên xwe di vî aliyî de nakin." 
 
'Rê û pirên 16 gundên hatin çêkirin niha di bin dagirkeriyê de ne'
 
Resmiyayê hejmara gundên ku hatine çêkirin û ketine bin dagirkeriyê wiha bi bîr xist: "16 gundên ku ji pir û riyên ku hatin sererastkirin niha ketine destê dewleta tirk a dagirker û çeteyên wê. Rêyên gundên Çiyayê Kizwanan ku ji ber êrîşan nîvco ma em ê dîsa berdewam bikin. Di sala 2020'an de jî wê dest bi sererastkirina rêyên gundên çiyayê kizwanan, gundê Gozeliyê û gelek gundên din werin kirin."
 
'Em ê di demê pêş de stasyoneke avê çêbikine'
 
Resmiyayê alternatîfa stasyona avê ya bi navê Elok jî anî ziman û wiha dawî li gotina xwe anî:"Bi destpêkirina êrîşên li Serêkaniyê çeteyan ava ku jêdera wê ji stasyona Elokê ye li ser hezaran şêniyên Til Temir, Hesekê û gundewarê wê qut kirin. Ji bo em alternatîfa vê avê, ava bikin em ê stasyona avê li gundê Ên El-Ebid çêbikin. Em ê di demê pêş de stasyoneke avê çêbikin.Bi êrîşan proje û destkeftiyên Gelê Kurd hedef hatin girtin. Heta ji destên me bê em ê hewil bidin ku alternatîfên nû biafirînin û destkeftiyê xwe biparêzin."