ROJEVA 29'Ê ÇILEYÊ YA 2020'AN

  • 09:01 29 Çile 2020
  • Rojev
* Endezyara Şaredariya Gel a Navçeya Til Temirê, Resmiya Fetah projeyên ku di sala 2019-2020'an de û amadekariyên projeyek alternatîf a stasyona avê ya bi navê Elok nirxand. Resmiyayê diyar kir ku piştî êrîşên dewleta tirk û hevkarên wê yên li ser Girê Spî û Serêkaniyê jêdera stasyona Elokê ya avê li ser hezaran şêniyên Til Temir, Hesekê û gundewarê wê hatiye qutkirin û got:" Wekî alternatîf em ê stasyona avê li gundê Ên El-Ebid çêbikin. Bi êrîşan proje û destkeftiyên Gelê Kurd hedef hatin girtin. Heta ji destên me bê em ê hewil bidin ku alternatîfên nû biafirînin û destkeftiyê xwe biparêzin." DÎMEN HEYE
 
*Dayika bi navê Hemdiya Kûtê, di salên 1995 û 1997'an de bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk aniye. Dayika Hemdiya derbarê hevdîtina xwe de hestên xwe tîne ziman û wiha dibêje:"Dîtina Rêberê min weke xewnekê bû, xewna min jî pêk hat. Bi dîtina serokê xwe re min bêhneke azadiyê ya kûr kişand."DÎMEN HEYE
 
*Ligel êrîş û polîtîkayên taybet ên li hemberî Mexmûrê, ambargo jî 196 roj in didome. Li hemberî jiyaneke hevpar polîtîkayeke tenêhiştinê tê meşandin. Parlamenter Remziye Tosun diyar kir ku êrîşên li hemberî Mexmûrê wekî êrîşên li hemberî Sûr û Rojava ye û got: "Divê bê zanîn ku bi van rêbazan nikarin gel tune bikin. Divê Gelê Kurd, siyasetmedar û rayedarên berpirs xwedî li Mexmûrê derkevin û bi yekitiyê pirsgirêkên xwe çareser bikin." DÎMEN HEYE
 
*Li Qereyaziyê qeyûm Mala Jinan girt, ji xwediyê kargehê re 13 hezar cezayê pere birî. Endama Meclîsa Şaredariyê Sûmeyye Taşçi bertek nîşanî vê  helwestê da û got êrîşên li dijî xebatên jinan li dijî deskeftiyên civakî ne.  DÎMEN HEYE
 
*Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê Dîrayet Dîlan Taşdemîr der barê zêdebûna kuştinên jinan, şîdet, tacîz û tecawizê de nirxandin kir û got: “Bikaranîna hişbirê, pêkanînên fuhuş, sîxurtî û jirêderxistinê tên jiyîn. Ev demek dirêj e li hember rêxistinbûna ciwanên partiya me, meclîsa me ya jinan polîtîkayên şer ên taybet di dewrê de ye.” DÎMEN HEYE
 
*Ji meclîsa ÎSÎG'ê Pinar Abdal, diyar kir ku di demê krîza aborî de cînayetên kar ên jinan zêde dibin û mirinên komî tên jiyîn û got: "Mirinên girêdayê krîza dil, stres û herikîna xweînê ya ser mêjî û dîsa mirinên girêdayê deperesyonê zêde bûne."DÎMEN HEYE
 
*Di dema qedexeya derketina derve ya Nisêbînê de, 17 jê zarok 70 kes hatibûn binçavkirin û rastî îşkencê hatibûn. Li ser gilîkirina girtiyan, lêpirsîn hatibû destpêkirin û di 3 salan de tu pêşketin çênebû û derket holê ku di çarçoveya dosyayê de îfadeya yek kesî nehatiye girtin.
 
*Jinên ku bi hevkariyê nanê tenûrê çêdikin û li dijî krîza aborî li ber xwe didin, mîrateya çandî jî heta îro li gel zehmetiyan didomînin.
 
*Di sala 2019'an de qeyûm tayînê 32 şaredariyên HDP'ê kirin û di sala 2016'an de jî 95 hevşaredarên DBP'ê ji peywire hatibûn dûrxistin. Wekî salên borî qeyûm di serî de êrîş bir ser destkeftiyên jinan . Qeyûm di her gavê de dixwaze berhem, ked û afrîneriya bi salan ya ku ji hêla jinê ve hatî avakirin têk bibe.