Xebatên lêgerîna Gulîstanê di roja 24’emîn de berdewam dike

  • 16:53 28 Çile 2020
  • Rojane
DÊRSIM - Xebatên lêgerîna xwendekara Zanîngeha Mûnzûrê Gulîstan Dokû ya ji 5’ê çile ve winda ye didomin. 
 
Li Dêrsimê ji 5’ê çile ve agahî ji xwendekara Zanîngeha Mûnzûrê Gulîstan Dokû nayê girtin û winda ye. Xebatên lêgerîna Dokû di roja 24’emîn de berdewam dike. Ekîbên AFAD’ê xebata dîtina Gulîstan li derdora Bendava Uzunçayirê didomîn in û dixwazin xwe bigihînin rêç ango şopa wê. 
 
Malbata Gulîstanê destnîşan kir ku ew ji nêz ve xebatên dîtina keça xwe dişopînin û tehamula wan êdî nemaye. Malbatê got dozger ji wan re gotiye ew texmîn dikin ku keça wan di gola bendavê de ye.