4'emîn mîhrîcana Mîtan li Şehbayê didome

  • 16:09 28 Çile 2020
  • Rojane
ŞEHBA - 4'emîn mîhrîcana Mîtan a bi dirûşma "Em jiyanê diçînin" li Şehbayê di roja xwe ya sêyem de didome.
 
Bi pêşengtiya Tevgera Kevana Zêrîn û Tevgera Çand û Hunerê ya herêma Efînê 4'emîn mîhrîcana Mîtan li Kantona Şehbayê di 26'ê çileyê de dest pê kir û di roja xwe ya sêyem de dewam dike. Di mîhrîcanê de yekîtiya jinên azad a Şehbayê, Partiyên siyasî ya Efrîn û Şehbayê, şêniyên navçeya Fafînê, Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk û Rêxistina Kongreya Star amade bûn.
 
Mîhrîcan di roja sêyem de şanoya li ser kiryar û komkujiyên dewleta tirk  ên li ser zarokên kurdan dimeşînin û bêdengiya dewletan a li hember komkujiyan hat pêşkêşkirin. Her wiha pêşengtiya Tevgera Kevana Zêrîn şanoya bi navê "Odeya bê çivîk" li ser hezkirina rast hat pêşkêşkirin.
 
Hêjayî gotinê ye ku dê mîhrîcan heta 5'ê sibatê bidome.