Alîkariya şaredariya HDP'ê cara duyem hat astengkirin

  • 15:51 28 Çile 2020
  • Rojane
AMED - Alîkariya Şaredariya Erxeniyê ya Amedê ya ji bo mexdûrên erdheja Xarpêtê bi idiaya "Ew ê bibe sedema tengasiyê" cara duyem hat astenkirin. 
 
Di 26'ê Çileyê de du kamyonên alîkariya Şaredariya Erxeniyê ya HDP'ê bi hinceta "Qedexeya walîtiya Xarpêtê" ji aliyê polîsan ve paşve hatibû vegerandin. Alîkariya Şaredariya Erxeniyê ya Amedê ya ji bo mexdûrên erdheja Xarpêtê bi idiaya "Ew ê bibe sedema tengasiyê" cara duyem hat astenkirin. 
 
Li ser astengiya polîsan wesayetên alîkariyê li Erxaniyê vegeriyan. Alîkarî li Erxeniyê teslîmî Kizilayê hat kirin.