MMŞ'ê berxwedêrên meha çileyê li Til Temirê bi bîr anî
- 15:47 28 Çile 2020
- Rojane
HESEKÊ - Îro MMŞ'ê 8 berxwedêrên di meha çileyê jiyana xwe ji dest dane, li Navçeya Til Temirê bi bîr anî.
Bi armanca bîranîna 8 berxwedêrên meha çileyê ku di dîrokên cuda de jiyana xwe ji dest dane, bi pêşengiya Meclîsa Malbatên Şehîdan (MMŞ) merasîma bîranînê li Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Til Temirê bi beşdarbûna sedan kesî hat lidarxistin.
Merasîm bi deqeyek rêzgirtin ji bo pakrewanên azadiyê dest pê kir.
'Şehîd afrînerê jiyana azad û demokratîk in'
Endama Rêvebera Kongreya Star a navçeya Til Temirê Gulîxan Tahir berxwedêr bi bîr anî û wiha got: "Şehîd afrînerê jiyana azad ku tevahî netewan tînin cem hev in. Bîranîna şehîdan misogeriya avakirina civakeke azad û demokratîk e. Ş.Avesta jî dikarîbû bi çalakiya xwe ya fedayî hêza dewleta tirk a dagirker bişkîne û ji tevahî jinên cîhanê taybet jinên Kurd re bibe mînak."
Paşê Endama Meclisa Malbatên Şehîdan Diyana Hisên nasnameyên 8 berxwedêran xwend.
Merasîm bi silavdayîna malbatên şehîdên ku hatin bîranîn re bi dawî bû.