'Piştî lêkolînê wê kujerên zarokê biçûk bên dîtin'

  • 15:37 28 Çile 2020
  • Rojane
AMED - Li Çinarê, kesên derbarê kuştina zarokê 8 salî Mûhammed Velî Dumez de hatibûn binçavkirin, hemû hatin berdan. 
 
Li gundê Sergelya ya navçeya Çinar a Amedê di 21’ê çile de zarokê 8 salî Muhammed Velî Dumez êvarê winda bûbû û piştî du saetan li xaniyek kavil ê derveyî gund bi birîndarî hatibû dîtin û li Nexweşxaneya Dewletê ya Bîsmîlê jiyana xwe ji dest dabû. Derbarê bûyera kuştina Mûhammed Velî de, kurê xalê wî V.T., cîranên wan O.T. û G.B. hatibûn binçavkirin. 
 
Dema ku lêpirsîna 3 kesên dibin çavan dewam dikir de, di lêgerîna li mala meta zarokê 8 salî Mûhammed Velî hat kirin de kincên bi xwîne li hewşê hatibûn dîtin û meta wî H.T. hatibû binçavkirin. Kurê xalê wî V.T., cîranên wan O.T. û G.B. ên îfade dan dozger serbest hatin berdan. Meta Mûhammed Velî şevê din li edliyê  hat berdan. 
 
Derbarê cînayetê de kes dibin çavan de neman. Parêzerên dosyeyê, diyar kirin ku lêpirsîna derbarê bûyerê de dema dike û lêkolînkirina delîlan dewam dike. Hat destnîşan kirin ku piştî lêkolînê wê kujerên zarokê biçûk bên dîtin.