Heyva Sor a Kurdistanê ji bo erdhejzedeyan dest bi kampanyayê kir

  • 14:04 28 Çile 2020
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Heyva Sor a Kurdistanê ji bo alîkariya bi mexdûrên erdhejê dest bi kampanya alîkariyê kir û bang li gel kir.
 
Banga alîkariyê ji bo mexdûrên erdheje didomin. Gelek sazî û dezgehên sivîl ji bo alîkariyê kampanya dan destpêkirin. Heyva Sor a Kurdistanê tekîldarê erdheja Xarpêt û Meletiyê daxuyaniyeke nivîs da û banga alîkariyê kir. 
 
Daxuyaniya Heyva Sor a Kurdistanê wiha ye: "Ji ber erdheja 24'ê çileyê ya bi hêza 6.8 pileyî ku li navçeya Xûxê ya bajarê Xarpêtê yê Bakurê Kurdistanê rû da derdorêa 41 kesî jiyana xwe ji dest dan û hezar û 607 kes jî birîndar bûn. Her wiha li herêmê xisareke mezin çêbû. 
 
Heyva Sor a Kurdistanê biryar da ku alîkariyê bi gelê me yê ji ber erdhejê mexdûr bûye bike. Ji be astengiyên dewleta Tirk û helwesta xwe ya di karesatan de nîşan dide, alîkariya ku bê kirin wê yek bi yek ji malbatên mexdûr re bê şandin. 
 
Em bang li Kurdistanî û dostên li Ewropayê û hemû welatparêzan dikin ku bi berpirsyarsî nêzî alîkariya ji bo mexdûrên erdhejê bibin û wezîfeya xwe ya însanî pêk bînin, bi rêya Heyva Sor a Kurdistanê destê alîkariyê dirêj bikin."
 
Di daxuyaniyê de ji bo alîkariya bê kirin jî ev agahî hatin parvekirin:
 
"Armanc: Erdheja Xarpêtê
Heyva Sor a Kurdistanê e. V.
Wilhelmstr. 12
53840 Troisdorf
Kreissparkasse Köln
IBAN: DE49 3705 0299 0004 0104 81
BIC/SWIFT: COKSDE33XXX