'Divê gel ji bo mexdûrên erdhejê alîkariyên xwe bidomînin'

  • 12:48 28 Çile 2020
  • Rojane
AMED - Banga alîkariya ji bo mexdûrên erdheja li herêma Xarpêt û Meletiyê rû da dewam dikin. Xebata Tifaqa Kurdistanî banga piştevaniya ji bo mexdûrên erdhejê li gel kir.
 
Xebata Tifaqa Kurdistanî jî têkildarî erdhejê daxuyaniyek nivîskî weşand û banga piştevaniya mexdûrên erdhejê yên Xarpêt û Meletîyê kir. Daxuyaniya bi sernavê “Em banga piştevaniya mexdûrên erdhejê li gelê xwe dikin!” hat weşandin. 
 
Daxuyaniya ku hatî dayîn wiha ye: “Navenda navçeya Xoxê ya Xarpêtê, bi hêza 6.8’an erdhej pêk hat û di erdhejê de 41 mirovên me jiyana xwe ji dest dan, hezar û 600 mirovên me jî brîndar bûn. Em ji malbatên kesên ku di erdhejê de jiyana xwe ji dest dan sersaxiyê û ji birîndaran re jî şîfayê dixwazin. Ligel astengkirina alîkariyan a desthilatdariyê jî em bang li gelê xwe dikin û dixwazin alîkariyên xwe bidomînin. 
 
Piştî erdhejê tedbîr digirin
 
Vegerandina alîkariyan a Şaredariya Erxeniyê ya 2 kamyon alîkarî ku bi daxwaza desthilatdariyê ji hêla Walîtiya Xarpêtê ve pêk hatiye skandalek mezin e!  Em hişmendiya qedexeyê a ku dibêje bila kurd di roja tengasiyê de jî alîkariya hev nekin û vê yekî wekî ‘Kesên perçebûnê dixwazin’ pênase dikin û asteng dike em bi tundî şermezar dikin. Ligel ku zanyaran têkildarî Xeta Fayê ya Rojhilatê Anatolyayê hikûmet û rêveberên herêmî hişyar kirin jî mixabin erdhejek wekî ya Stenbolê rû da. Yanî piştî erdhejê tedbîr û ewlehî hat bîra desthilatdariyê. 
 
Gel tê cezakirin
 
Gotina Prof. Dr. Nacî Gorur a wekî ‘Di demên borî de têkildarî erdheja Xarpêtê min gelek konferans li dar xistin, min got Xarpêt û gundên wê ji bo erdhejê amade bikin. Têkildarî vê mijarê pirtûk jî hatin çapkirin lê mixabin dîsa jî tiştek nehat kirin. Yanî wekî ku li Stenbolê kirin.’ Mirovan dide fikirandin û balkêş e.
 
Gotina; Erdhej bûyerek xwezayî ye û ji bo encamên wê negirtina ewlehiyê jî rûreşiya rêveberiyê ye. Birêvebirina polîtîkayên bajarvaniyê yên ji bo rantê aşkere sûcê erdhejê ye. Desthilatdar li şûna ku beriya erdhejê ewlehiya mirovan bigire, gel arasteyî qederperestiya kor dike. Tê zanîn ku em li ser xeta fayê dijîn, divê bo pêşî û dawiya erdhejê gel di perwerdehiyê re bê derbaskirin. Ji ber ku peyvira dewletê tenê ne komkirina vergiyê û cezakirina gel e.”