Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin

  • 12:12 28 Çile 2020
  • Rojane
STENBOL - Parezerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, bi boneya bi muwekilê xwe re hevditin bikin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.
 
Parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ê li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê girtî ye, ji bo bi muwekilê xwe Abdullah Ocalan re hevdîtin bikin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. Ji parêzerên Abdullah Ocalan Newroz Uysal, Faîk Ozgur Erol, Cengîz Yureklî û Mazlum Dînç, dîsa serî li serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.
 
Ji parêzerên Abdullah Ocalan Nevroz Uysal û Rêzan Sarica, piştî 8 sal şûnde di 2- 22'ê gulanê, 12 û 18'ê hezîranê û 7'ê tebaxa 2019'an de hevdîtin kiribûn. Serlêdanên parêzeran piştî 7'ê tebaxê hemû serlêdan bên bersîv tên hiştin.