Li Çînê ji ber vîrusa korona 106 kesî jiyana xwe ji dest dan

  • 10:59 28 Çile 2020
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Ji ber vîrusa korona ya ku ji bajarê Vûhan yê Çînê derket holê hejmara kesên ku jiyana xwe ji dest dane bû 106.
 
Hejmara kesên ku ji ber vîrusa korona ya li Çînê jiyana xwe ji dest dane her diçe zêde dibe. Li gorî daxuyaniya Komîsyona Tenduristîyê ya Neteweyî heta niha 106 kesî jiyana xwe ji dest dane. Hat ragihandin ku li gelemperiya welat vîrus derbasî 4 hezar 515 kesan bûye û ji wan rewşa 976 kesan giran e.
 
Her wiha guman tê kirin ku vîrus derbasî 6 hezar û 973 kesan bûye. Ji aliyê din ve ji ber vîrusê 44 hezar û 132 kes jî di bin kontrolê de tên girtin.
 
Ji ber belavbûna vîrusê ji 22’yê mehê û vir de li 17 bajaran çûn û hatin demkî hatiye rawestandin.