‘Em ê li dijî kuştina jinan xwe bi rêxistin bikin'

  • 09:06 28 Çile 2020
  • Rojane
Berîtan Canozer
 
AMED - Jinan diyar kirin ku di demên dawî de întîxar û kuştinên jinan yên zêde bûne ne tesaduf e û wiha gotin: “Divê em li dijî kuştinên jinan kolan bi kolan, mal bi mal xwe rêxistin bikin.”
 
Li Amedê di kanûna 2019'an û çileyê 2020’an de 8 kuştinên jinan û întîxar pêk hatin. Li Dêrsîmê jî xwendekara zanîngehê Gulîstan Doku ji 5’ê çile de winda ye. Li aliyê din jî di mehekê de şîdet întîxarên jinan zêde bûn. Aktîvîstên Tevgera Jinên Azad Mehtap Metîn û Emîna Kaya derbarê kuştina jinan de nêrînên xwe ji ajansa me re par vekirin. 
 
Mehtap, diyar kir ku kuştinên jinan yên tên jiyîn ne tesaduf in û got li welat her roj jinek tê kuştin û wiha got: “Jinên li dijî, şîdet, tacîz û tecawizê çalakiyan pêk tînin jî tên binçavkirin. Lê mêrên ku jinan dikujin û tacîz û tecawizan pêk tînin jî serbest tên berdan. Jin tên binçavkirin lê mêr serbest digerin. Ev feraseta li hember mêran tê nîşandan, mêran dike xwedî rihê kujerî. Li şûna pêşî li kuştinên jinan bê girtin, polîtîkayên pêşî li kuştinan vedikin tên meşandin. Gotinên desthilatdariyê jî jinan dike hedef. Mudaxaleyê jiyana jinan dikin û mêran jî diparêzin.”
 
‘Em ê bêdeng nemînin’
 
Mehtabê bi lêv kir ku divê li dijî kuştinên jinan rêxistinbûn pêk bê û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Divê em li dijî kuştinên jinan kolan bi kolan, mal bi mal xwe rêxistin bikin. Bi taybet divê ciwan bibin xwedî hişmend. Ji bo rawestandina kuştinên jinan çi hewce dike divê bê kirin. Di salekê de nêzî 500 jin hatin qetilkirin. Bila kes vê normal nebîne. Ne nomale û divê em bêdeng nemînin.”
 
‘Çi hewce be divê bê kirin’
 
Emîna Kaya ya TJA’yî jî daxuyakirin ku qanûnên heyî cesaretê dide mêran û wiha dawî lê anî: “Divê ewil qanûn biguherin. Peymana Stenbolê ya ku jinan diparêze divê demildest pêk bê. Jin bi ji bo vê pyemanê bi salane têdikoşin. Gelo divê hîna çend jin bimrin? Li aliyê din li herêma me polîtîkayên qirêj tên meşandin. Li herêmê ne tenê kuştinên jinan, fihuş û întîxar jî tên jiyîn. Leşker û cerdevan fihuşê li jinan ferz dikin. Me bi dehan carî ev dît. Hikûmetê ji bo vê tiştek nekir. Tenê temaşe dikin. Em ê dest ji têkoşînê bernedin. Heta ku em mafên xwe bigirin em ê li kolanan bin. Em naxwazin jinek din jî bimre. Em ê ji bo mafên xwe li kolanan bin. Çi hewcebe em ê bikin.”