Ayşe Acar Başaran: Niha li girtîgehan 450 girtiyên nexweş ên giran hene

  • 09:03 28 Çile 2020
  • Rojane
Rengîn Azîzoglu
 
AMED - Parlamentera HDP’ê Ayşe Acar Başaran da zanîn ku girtîgeh wek cezayê mirinê ya ku hatiye dirêjkirin dertê pêşberî me û got: “ Gelo girtiyekî nexweş yê 84 salî wê biçe ku derê? Nikare bi tena serê xwe gava xwe bavêje, lê dibêjin gumana ku bireve heye. Girtîgeh bûne wek çalên mirinê. Ji ber vê divê her kes bi hişyarî tevbigere.”
 
Berdevka Komîsyona Mafê Mirovan û Hiqûqê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) parlamenter Ayşe Acar Başaran der barê binpêkirinên mafan yên li girtîgehê de axivî. Ayşeyê got mijara girtiyên nexweş demek dirêje di rojevê de ne û got di hevdîtinên navbera sala 2013-2015’an yên bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re yek ji rojevên sereke girtiyên nexweş bûn û li ser vê mijarê rê û rêbaz hatine nîqaşkirin û got: “Em mirinên girtîgehan ji rêzê nabînin. Niha li girtîgehan ji 450’yî zêdetir girtiyên nexweşên giran hene. Herî dawî li Sêrtê Nebî Îlhan jiyana xwe ji dest da. Her wiha gelek girtiyên nexweşên giran hene. Bi tena serê xwe nikarin jiyana xwe bidomînin. Her wiha girtiyên nexweş di hawirên baş de nayên dermankirin.”
 
‘Mekanîzmayeke ku înfazê taloq dike heye’
 
Ayşeyê destnîşan kir ku li tu welatê demokratîk, girtiyên nexweş wek li Tirkiyeyê jiyana xwe ji dest nedane û got: “Li Tirkiyeyê li girtîgehan girtiyan li ber çavan berbi mirinê ve dişînin. Di qanûna înfazê de tê gotin ku di rewşên giran de, di rewşên ku nikarin jiyana xwe bi tena serê xwe bidomînin de, divê înfaz bê taloqkirin. Lê girtiyê hatine sînorê mirinê, li nexweşxaneya bi kelepçê girêdayê nivînan jiyana xwe ji dest didin. Ev şerma Tirkiyeyê ye. Ligel vê desthilatdariyê ji ser STE’ê parastineke balkêş pêş xist. STE, saziyeke alîgir e. Saziyeke ku dibêje nexweşiya şîzofrenî tê dermankirinê ye û bi vê jî nîşan dide ku çiqas ji zanistê dûr e. Ez doktorên ku wijdanî û etîk tevdigerin li aliyekî dihêlin. Lê piranî doktor di nêzîkatiyeke cuda de ne. Mixabin saziyeke ku serbixwe û alîgir tevdigere tune.”
 
‘Avê di bedena girtiyan de rê li ber birînan vekir’
 
Ayşeyê wiha dirêjî da axaftina xwe: “Li girtîgeha Panosê av bi tena serê xwe sedema nexweşiyê ye. Lê gotina ‘ne berpirsyariya min e’ ne rast e. Li Panosê ji ber xebatên binesaziyê temam nebûne, ava çalê didin girtiyan. Tevî dehan serlêdanan encamek nehatiye girtin. Girtî ji ber wê avê nexweş dikevin. Ava qirêj rê li ber birînan vekir.”
 
‘Girtiyê 84 salî wê biçe ku?’
 
Ayşeyê balkişand ser rewşa heyî ya li Tirkiyeyê û got: “Hiqûq ne hiqûq e. Girtîgeh bûne wek kampên komkirinê. Pergala hiqûqa Tirk, zayendperest, netewperest e. Girtina kesekî 84 salî wek ‘ewlehiya civakê’ vedibêjin. Elîf Kisa li Elbîstanê ye. 64-65 saliye. Gelek nexweşiyê wê hene. Du zarokên wê yên astengdarhene. Tevî bi dehan serlêdanan ev du meh in girtiye. Gelo girtiyekî nexweş yê 84 salî wê biçe ku derê? Nikare bi tena serê xwe gava xwe bavêje, lê dibêjin gumana ku bireve heye. Girtîgeh bûne wek çalên mirinê. Ji ber vê divê her kes bi hişyarî tevbigere.”