Zelal Ceger: Berxwedana gel planên qirkirinê guhert

  • 09:01 28 Çile 2020
  • Rojane
Ronîda Hacî 
 
HESEKÊ - Hevseroka Tevgera Civaka Demokratîk Zelal Ceger teqez kir ku berxwedana gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pilana qirkirina gelan guhert.
 
Di 9’ê Cotmeha 2019’an de dewleta tirk û hevkarên wê êrîşî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir. Di encama êrîşan de bajarê dewleta tirk û komên girêdayî wê Serêkaniyê û Girê Spî kirin bin kontrola xwe. Têkîldarî mijarê Hevseroka Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Zelal Ceger ji ajansa me re axivî.
 
'Dagirkirina xaka Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê encama civîna Astana ye’
 
Zelalê da zanîn ku êrîşên dewleta tirk komploya qirkirina gelên herêmê ye û wiha pê de çû: "Dagirkirina dewleta tirk a xaka Sûriyeyê 24’ê Tebaxa 2016’an bi rêya lihevkirina Rûs-Îran di çarçoveya civîna Astanayê û bêdengiya Emerîka û Ewropayê pêk hat. Rojhilata Navîn di nava aloziyek mezin de ye. Di vê qonaxê de şerê cîhanê yê sêyemîn dest pê dike û navenda vî şerî Sûriye ye."
 
'Ji bo çareserkirina aloziya Sûriyeyê ev proje rêyek guncav e'
 
Zelalê bal kişand ser projeya netewa demokratîk û wiha dewam kir: "Hêzên derve nikarin ji bo aloziya Sûriyeyê bigihêjin lihevkirinek guncav, ji ber ku her yek li gorî berjewendiyên xwe tev digerin. Armanca wan ew e ku xêr û bereketa vî welatî desteser bikin. Her wiha projeya netewa demokratîk a ku hemû pêkhateyan ji xwe re pejirandine têk bibin. Ji ber ku projeya ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tê pêşkêşkirin, îsbat kir ku ji bo çareserkirina aloziya Sûriyeyê ev proje rêyek guncav e."
 
'Berxwedanê planên dijmin guhert'
 
Zelalê bal kişand ser berxwedana gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û wiha domand:"Êrîşên dewleta tirk ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, hemû pêkhateyan hedef digire. Di 9'ê Cotmeha 2019’an de dewleta tirk a dagirker bi çekên herî giran û qedexekirî seranserî sînor dabû ber xwe û li gorî daxuyaniya Erdogan dê bi van êrîşan bigihaşta Dêra Zorê, lê berxwedana gelên Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê û yekîtiya pêkhateyan planên qirkirina gelan guhert."
 
'Berxwedana koçberên Serêkaniyê û Girê Spî li kampa Waşokanî dewam dike'
 
Zelalê diyar kir ku koçberên Serêkaniyê û Girê Spî armanca dijmin têk birin û wiha dom kir: "Armanca dijmin ew e ku Sûriyeyê vala bike, gel rastî qirkirinek çandî, siyasî û dîrokî were, lê koçberên Serêkaniyê û Girê Spî ev plan têk birin û niha li kampa Waşokanî li ber xwe didin."
 
Zelalê axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Bi pêkanîna projeya netewa demokratîk dê aloziya Sûriyeyê çareser bibe."