'Em rê nadin rawestandina perwerdeya şagirtan'

  • 09:01 28 Çile 2020
  • Rojane
Ronîda Hacî
 
HESEKÊ - Endama Rêveberiya Dibistanan a Kantona Hesekê Nesrîn Mejdel, li ser êrîşên dewleta tirk ê li ser Rojava û badora wê ya li ser xwendina zarokan wiha got: "Dewleta tirk, komên girêdayî wê û Rejîma Sûriyeyê hewil dide projeya xwendin û fêrkirinê bide rawestandin. Em weke Desteya Perwerde û Fêrkirinê rê nadin rawestandina perwerdeya şagirtan."
 
Êrîşên dewleta tirk û komên girêdayî wê yên li ser Rojava bû sedem ku bi hezaran kes ji cihê xwe koç bibin. Vê yekê jî rasterast bandora xwe li ser sîstema perwerdeyê ya herêmê jî kir. Ji ber vê yekê bi hezaran xwendekar ji mafê xwendinê bê par mane. Têkildarî Mijarê Endama Rêvberiya Dibistanan a Kantona Hesekê Nesrîn Mejdel ji ajansa me re nirxandin kir.
 
'Girtina dibistanan bandor li qonaxa xwendinê dike'
 
Nesrînê di destpêa axaftina xwe de bal kişand ser hejmara dibistanên ku koçber lê bi cih bûne û bandora vê yekê ya li qonaxa xwendinê kir  û wiha domand: "Bi êrîşên dewleta tirk a dagirker, li bajarê Hesekê 68 dibistan, li Til Temir 65 dibistan û li Dirbêsiyê 26 dibistan ji koçberan re hatine veqetandin. Girtina van dibistanan bandorek mezin li sîstema xwendinê ya Kantona Hesekê dike. Rêveberiya Xweser ji bo bicihkirina van koçberan Kampa Waşûkanî da avakirin û Rêvberiya Dibistanan jî ji bo berdewamkirina sîstema xwendinê di 22'yê Mijdara 2019’an de dibistanek li kampa Waşûkanî  ava kir."
 
'Rêjîma Sûriyeyê ji bo astengkirina sîstema xwendinê dixebite'
 
Nesrînê bal kişand ser hewildanên derxistina nanokiyan a Rêjîma Sûriyeyê û wiha dewam kir: "Rejîma Sûriyeyê di derxistina nakokiyan de kar û xebatê dide meşandin, da ku koçberan di dibistanan de bihêle û sîstema xwendinê asteng bike. Projeya ku her netew bi zimanê dayikê, xwe perwerde bike, li dijî berjewendiyê dewletê ne, lewma tevliheviyan di hundirê dibistanên ku koçber lê bi cih bûne derdixin." 
 
'Projeya xwendinê li dibistanên nêzî sînor rawestiyane'
 
Nesrînê wiha dawî li axaftina xwe anî: "Ji ber êrîşên artêşa tirk û çeteyên girêdayî wê yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, 500 dibistan li Kantona Hesekê ji mafê xwendinê hatin bêparkirin. Hin dibistan ji bo bicihkirina koçberan hatin veqetandin. Projeya xwendinê li dibistanên nêzî sînor rawestiyane. Perwerde mafekî mirovane ye. Em weke Desteya Perwerde û Fêrkirinê rê nadin rawestandina perwerde û fêrkirina şagirtan."