ROJEVA 28'Ê ÇILEYÊ YA 2020'AN

  • 09:00 28 Çile 2020
  • Rojev
*Hevseroka Tevgera Civaka Demokratîk Zelal Ceger teqez kir ku berxwedana gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pilana qirkirina gelan guhert. DÎMEN HEYE
 
*Endama Rêveberiya Dibistanan a Kantona Hesekê Nesrîn Mejdel, li ser êrîşên dewleta tirk ê li ser Rojava û badora wê ya li ser xwendina zarokan wiha got: "Dewleta tirk, komên girêdayî wê û Rejîma Sûriyeyê hewil dide projeya xwendin û fêrkirinê bide rawestandin. Em weke Desteya Perwerde û Fêrkirinê rê nadin rawestandina perwerdeya şagirtan."DÎMEN HEYE
 
*Parlamentera HDP’ê Ayşe Acar Başaran da zanîn ku girtîgeh wek cezayê mirinê ya ku hatiye dirêjkirin dertê pêşberî me û got: “ Gelo girtiyekî nexweş yê 84 salî wê biçe ku derê? Nikare bi tena serê xwe gava xwe bavêje, lê dibêjin gumana ku bireve heye. Girtîgeh bûne wek çalên mirinê. Ji ber vê divê her kes bi hişyarî tevbigere.” DÎMEN HEYE 
 
*Esnafên Bazara Gel a Mezin a dîrokî ji ber krîzê hatin asta ku dikanên xwe bigirin. Esnafan diyar kirin ku ev roj heye tu tiştî nafroşin. DÎMEN HEYE 
 
* Jinan diyar kirin ku di demên dawî de întîxar û kuştinên jinan yên zêde bûne ne tesaduf e û wiha gotin: “Divê em li dijî kuştinên jinan kolan bi kolan, mal bi mal xwe rêxistin bikin.” BI DÎMEN