Rêveberên TUHAY-DER'ê serbest hatin berdan

  • 17:19 27 Çile 2020
  • Rojane
WAN - Hevserokên TUHAY-DER'ê Kudret Temel û Seyfettin Ertaş û rêvberên komeleyê jî di nav de ji aliyê dadgeha ku sewkî wê kirin ve bi şertê kontrola edlî hatin berdan.   
 
Li Wanê di serdegirtinên malan ku di 24'ê çileyê de hatin kirin Hevserokên Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hukumxwaran (TUHAY -DER) Seyfetîn Ertaş û Kudret Temel, rêveberên komeleyê Kînyas Başak û hevserokê komeleyê yê berê Onder Sogukbulak ku hatibûn binçavkirin bi daxwaza girtinê, rêveberên komeleyê Kînyas Başak, Levent Kurt û Yilmaz Surucu jî bi şertê kontrola edlî ku bên berdan sewkî dadgehê hatibûn kirin.  
 
Dadgehê 6 kesên ku hatin sewk kirin bi şertê kontrola edlî serbest berdan.