Şêniyên herêma Firatê salvegera rizgarkirina Kobanê û Rêveberiya Xweser pîroz kirin

  • 16:42 27 Çile 2020
  • Rojane
KOBANÊ - Bi hezaran şêniyên herêma Firatê salvegera rizgarkirina Kobanê û Rêveberiya Xweser bi şahiyekê pîroz kirin.
 
Bi boneya 5’emîn salvegera rizgarkirina Kobanê ya ji çeteyên DAIŞ’ê û 6’emîn salvegera damezrandina Rêveberiya Xweser, bi hezaran şêniyên herêma Firatê li qada Ş. Egîd a Kobanê bi dirûşmeya "Salvegera rizgarkirina Kobanê û damezrandina Rêveberiya Xweser li gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pîroz be" şahiya pîrozbahiyê li dar xistin. Di şahiyê de hevserok, endamên sazî û dezgehên rêveberiya xweser û meclisa sivîl ên herêma Firat, Minbic, Reqqa, Tebqa û Dêre Zor amade bûn.
 
Qada şahiyê bi wêneyên berxwedêrên ku li Kobanê jiyana xwe ji dest dane, alên YPJ/YPG’ê, meclisa malbatên şehîdan (MMŞ) û pankarta bi nivîsa "Bi helwestên xwe re dilsoz bin,  paytexta cîhanî  Kobanê di roja xwe ya cîhanî de li ber tunebûnê ye" hatibû xemilandin.
 
'Erdogan dixwaza projeya netewa demokratîk tune bike'
 
Pîrozbahî bi deqeyek rêzgirtin ji bo bîranîna pakrewanên azadiyê dest pê kir. Paşê li ser navê rêxistina Kongreya Star Foza Ebdî, bi xêrhatina mêvan û gelê herêma Firatê kir û got: "Em berxwedêrên ku ji bo avakirina jiyaneke aram û azad ji gelên herêmê re canê xwe feda kirin bi bîr tînin. Piştî ku şervanên YPJ/YPG’ê û gelên herêmê li dijî çeteyên DAIŞ’ê bi ser ketin û pergala rêveberiya xweseriya demokratîk hat rûniştandin, serokkomarê tirk Erdogan gef û êrîş li herêmên me yên bi ewle dixe û dixwaza pirojeya netewa demokratîk tune bike. Bangawaziya me ji dewleta Rûs û Emerîka re ew e ku sînorekî ji dewleta tirk a dagirker re deynin ku bes êrîş bike."
 
'Kelha berxwedanê Kobanê'
 
Piştre li ser navê rêveberiya xwerseriya damokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Cîhan Xidiro, salvegera rizgarkirina Kobanê û damezrandina rêveberiya xweser li gelên herêmê pîroz kir û wiha pê de çû: "Em cangoriyên azadiyê bi bîr tînin, berxwedana şervanan pîroz û silav dikin. Kobanê ji bo tevahî cîhanê bû kelha berxwedanê. Şervanan di berxwedana sedsalê de bi biryardariyeke mezin çeteyên DAIŞ’ê di Kobanê de têk birin. Piştî serkeftina Kobanê êdî deriyê serkeftinê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hat vekirin. Şervanan çeteyên DAIŞ’ê li tevahî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tune kirin."
 
'Bi saya berxwedana şervanan îro em azad dijîn'
 
Li ser navê Rêveberiya Xweser a herêma Firatê Muhemed Şahîn ev roja pîroz li malbatên şehîdan û gelê Kobanê pîroz kir û got: "Îro bi saya zarokên me yên ji bo rizgarkirina vê xakê canê xwe feda kirin em li vir bi awayekî azad, aram û wekhev dijîn. Serkeftina ku beriya 5 salan li Kobanê hat bidestxistin rê li ber tunekirina çeteyên DAIŞ’ê vekir. Pîştî têkçûn û tunekirina çeteyên DAIŞ’ê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dewleta tirk û hevkarên wê êrîşî herêmên Bakurê Sûriyeyê dikin û dixwazin tevlîheviyê di navbera pêkhateyan de derbixin. Li dijî gef û êrîşên dewleta tirk gelê herêmê li ber xwe didin."
 
Heveserokê Meclîsa Rêveber ê Meclîsa sivîl Muhemed Xêr Şêxo li Minbic û gundewarên wê salvegera damezrandina rêveberiya xweser û rizgarkirina Kobanê pîroz kir û diyarî pêşkêşî Rêveberiya Xweser a herêma Firatê kir.
 
Paşê hunermend Silava Bozan, hunermend Besam Denawî, hunermed Xelîl Can stran gotin. 
 
Şahî bi gerandina govendê bi dawî bû.