Parlamenterên HDP'yî: Li Xarpêtê ji kerasetê zêdetir îhmal heye

  • 11:41 27 Çile 2020
  • Rojane
XARPÊT - Şandeya HDP'ê ya ku ji bo lêkolînan berê xwe dabûn Xarpêtê rewşa mexdûran û astengkirina alîkariyan anîn ziman. Parlamenter Şevîn Coşkun got: "Li Xarpêtê ji kerasetê wêdedir, îhmal heye." Parlamenter Dilşat Canbaz jî diyar kir ku hêj rewşa 60 gundan nayê zanîn û wiha axivî: "Gelo çima alîkariya saziyan tê rawestandin? Em ne li pêy reklamê ne, em dixwazin xwe bighînin mexdûran."
 
Li navçeya Xûxê ya Xarpêtê di 24'ê çileyê de erdheja pîleya wê 6.8 e pêk hat, piştî erdhejê Partiya Demokratîk a Gelan a (HDP) maseya krîzê ava kir. Şandeya ku ji parlamenter û rêveberên HDP'ê pêk tên li Xarpêtê dest bi lêkolînan kirin û çûn serdana şêniyên Xûxê, Maden û Gezînê. Şandeya HDP'ê dê derbarê hevdîtin û lêkolînan de raporek amade bike. Di nav şandeyêd e parlamenter Şevîn Coşkun û Dîlşat Canbaz çavdêriyên xwe ji ajansa me re parvekirin. 
 
Şevîn, diyar kir ku piştî erdhejê ji hêla HDP'ê ve şandeyek hat avakirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Em di serî de çûn taxên wekî Fevzî Çakmak û Yildizbaglar ê. Em çûn serdana şêniyên taxê yên ku li Cemxaneyanê dimînin. Şêniyên taxên diyar kirin ku heta niha tu kes nehatiye serdana me. Şêniyên taxê bi derfetên xwe li Cemxaneyê şorbe çêdikin û belavdikin."
 
'Ligel raporên xesariyê avahî nehatin valakirin'
 
Şevîn, destnîşan kir ku li bajaroka Gezînê avahiyeke 6 qatî hilweşiya bû û wiha dom kir: "Li Gezînê di avahiyekî de 5 kes jiyana xwe ji dest da. Di nav van de jineke ducanî jî hebû. Li gorî agahiyan avahiya hilweşiyayî di sala 2011’an de rapora xesarê hatibû dayîn lê avahî nehatiye valakirin. Avahî jî ji hêla parlamenterê berê yê AKP'ê Cavît Torun ve hatibû avakirin. Li ber çavan ev qas kes jiyana xwe ji dest dan. Li Xarpêtê ji kerasetê wêdedir, îhmal heye."
 
'AKP'ê dest danî ser alîkariyan'
 
Şevîn di axaftina xwe de bal kişand ser rewşa navçeya Xûxê û wiha bilêv kir: "Di bin avahiya xesar de hêj jî firinek heye û dişixûle. Li ser erdhejê 3 roj derbas bûn lê heta niha kontrola avahiyan nehetine kirin. Her wiha li gorî agahiyên şêniyên navçeyê ji bo navçeyê alîkariya beteniyan hatine kirin lê serokê AKP'ê yê navçeyê dest daniye ser alîkariyê û ji xizmên xwe re şandi ye." 
 
'Tedbîr nehatin girtin'
 
Şevîn, da zanîn ku li taxên wekî Mustafapaşa û Sursuruyê hewcedarî bi konan hene û wiha dom kir: "Hîn konên ku hatine vedan ne li gorî demsala zivistanê ye. Her wiha kon li taxên ku zêdetir xesar dîtine nehatine vedan. Şêniyên taxên jî naxwazin ji xwaniyên xwe dûr bikevin. Her wiha Tirkiye herêmeke erdhejê ye lê heta îro jî tu tedbîr nehatine girtin."
 
'Rewşa 60 gundan nayê zanîn' 
 
Dilşat jî di şandeyê de cih girt wiha nêrînê xwe anî ziman: "Li  cihên ku xesar heyî xwarin nîne, cihê starbûnê nîne û her wiha cihê ku xwe germ bikin jî nîne. Welatî bi betaniyan û bi vêxistina agir hewl didin xwe germ bikin. Hêj rewşa 60 gundan nayê zanîn. Em wekî şandeya HDP'ê gundê ku heta niha nehatine çûyîn û agahî negirtinê tespît dikin. Her wiha ji ber berfê gelek rêyên gund hatine girtin û nikarin xwe bighînin wan gundan. Mirov ne ji ber erdhejê ji ber bêtedbiriyê jiyana xwe ji dest dane. Mirov avahiyên xesar heyî de heta niha jiyana xwe domkirine. Li şûna ku birîndaran sewqê nexweşxaneyan bikin li ber cenazeyan wêneyan dikişînin û ev tişt nîşaneya sersariya îktîdarê ye û wekî her tişt asayî ye tên nîşandan."
 
Alîkariya şaredariyên Qers, Êlih û Sêrtê hatin astengkirin'
 
Dilşat, di axaftina xwe de bal kişand ser alîkariya şaredariyên Qers, Êlih û Sêrtê û wiha got: "Şaredariyên Qers, Êlih û Sêrtê alîkarî kom kirin, maşîneyên me yên alîkariyê gihaştin Erxeniyê. Em dixwazin alîkariya ku hatî kom kirin bişînin mexdûran re. Lê maşîneyên alîkariyê li Xarpêtê hatin astengkirin. Ji me re hat gotin an hûnê tiştên alîkariyê teslîmê AFAD an jî Kizilayê bikin an jî em nahelin ku hûn alîkariyê belav bikin. Heke heta niha dewlet xwe negihandibe 60 gundan ev tişt pirsgirêka herî mezin e. Gelo çima alîkariya saziyan tê rawestandin? Em ne li pêy reklamê ne, em dixwazin xwe bighînin mexdûran. Ji bilî me rêxistinên Elewiyan jî kampanyayên alîkariyê dan destpêkirin lê nehiştin alîkarî bighije mexdûran. Rayedarên dewletê ji me re dibêjin 'Hûn nikarin alîkariyê belavbikin, tenê em dikarin belav bikin."
 
'Walîtî alîkariyên ku tên asteng dike'
 
Dilşat, destnîşan kir ku alîkariyên ku tên ji hêla Walîtiya Xarpêtê ve tên astengkirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Me hewl da ku em xwe bighînin walî û Midûriyeta Afetê ya Bajêr lê bersiva me nadin. Her wiha şaredariya Meletiyeyê jî dixwaze em tiştên xwe teslîmê wan bikin û ji me re dibêjin ku 'Dibe ku tiştên ku hûn dînin zirarê bide gel'. Gelo betenî û xwarin dê çi zirarê bide mexdûran? Gelo alîkariya ku tê kom kirin dê bighije armanca xwe? Dixwazin tenê bi yek destê alîkariyê belavbikin."
 
'Gelo pereyên ku tên komkirin dê bidin mexdûran?
 
Dilşat, di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser erdheja 17'ê tebaxê ya sala 1999’an ya Golcukê pêk hatî û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Di vê demê de gelek baca erdhejê hatin vergirtin. Ez wekî welatiyek dipirsim gelo bacên erdhejê çi bû? Hemû bac ji bo rantê hatin xerckirin. Edîrne, Marmara, Kurdistan û Anatolyaya Hindirûn herêmên erdhejê ne. Li vir xetên fayê hene. Welatiyên ku li kolanan ji ber sermayê dimînin pirsa baceyên ku didin kirin. Niha dîsa pere tên komkirin gelo pereyên ku tên komkirin dê ji mexdûran re bê şandin?."