Perwerdeya di bin dengê top û balafiran de

  • 11:25 27 Çile 2020
  • Rojane
Sorgul Şêxo 
 
HESEKÊ - Kongreya Star tevî êrîş, xeterî, di bin dengê top û balafiran de dest bi perwerdeya xweser kir.
 
Perwerde qansî nan û avê girîng e.  Li ser esasên girîngiya perwerdeyê Kongreya Star a navçeya Til Temirê li navenda xwe bi beşdarbûna endam, rêveberên jin ên sazî, rêxistinên jin, meclisên navçeyê û bajarokên giştî, dest bi perwerdeya li ser esasê xwendina pirtûka Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan a bi navê 'Jin û malbat' kirin. Perwerde wê heta 25'ê Sibatê berdewam bike. Her roj wê 2 saetan were dayîn. 
 
Di derbarê girîngiya xwendina pirtûka 'Jin û malbat' de, endama Rêveberiya Kongreya Star a Navçeya Til Temirê Çinar Yûsif axivî.
 
'Em ê di vê pêvajoyê de bibin hêza çareseriyê'
 
Çinarê girîngiya perwerdeyê wiha anî ziman: "Di demên dawî de pirsgirêkên pir kûr di navbera jin û malbatê, zewaca du jinî û yên temen biçûk li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatin jiyîn. Ji bo ku pirsgirêkên heyî bi rengekî aştiyane û wekhev werin çareserkirin û  em ji pêvajoya heyî re bibin hêza çareseriyê, me wekî endam û rêveberên Kongreya Star dest bi perwerdeyekê kir."
 
'Dê 25 rojan pirtûka 'Jin û malbat' were xwendin' 
 
Çinarê wiha dewam kir: "Di nava 25 rojan de em ê pirtûka 'Jin û malbat' bixwînin. Di dawiyê de jî ew ê her endam û rêveberek ku tevlî vê perwerdeyê bûye rapora xwe ya kesayetî ku çi ji perwerdeyê girtiye û ew ê bi çi şêwayî dakeve nava civakê, were nivîsandin û li gorî wê nirxandin li ser were kirin. Rapor kesayeta endam û rêveberan diyar dikin."
 
'Roja destpêkê û kelecana ji perwerdeyê re'
 
Çinarê bal kişand ser kêfxweşî û kelecana endam û rêveberên ku tevlî perwerdeyê bûne û wiha axaftina xwe bi dawî kir: "Ji roja destpêkê li ser rûyê endam û rêveberan hêviyên ku dê ji perwerdeyê bigirin tê payîn. Em jî di wê baweriyê de ne ku ew ê her endam û rêveberek encamên herî baş ji perwerdeyê bigirin û bidin civakê jî."
 
Hêjayî gotinê ye ku ji roja destpêkê de endam û rêveber rastî elaqeyeke mezin hatin û  nirxandinên pir girîng derbarê pirsgirêkên civakê û çareseriya pirsgirêkên jin, dewlet û desthilatdariyê, kirin.