'Em dixwazin vegerin malên xwe'

  • 09:06 27 Çile 2020
  • Rojane
Dilûcan Bozî
 
KOBANÊ - Jinên Kantona Girê Spî yên ku ji ber êrîşên dewleta tirk û hevkarên wê bi darê zorê ji malên xwe koçber bûne nêrînên xwe anîn ziman û gotin: "Em dixwazin vegerin malên xwe."
 
Di 9'ê Cotmeha 2019'an de dewleta tirk û hevkarên wê êrîşî Kantona Girê Spî û gundewarên wê kirin û hîna êrîş didomin. Gelê herêmê ji ber êrîşan neçar man ku ji malên xwe derkevin û li deverên cuda yên bi ewle xwe bi cih bikin. Bi alîkariya  Rêveberiya Xweseriya Demokartîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya  Meclisa sivîl a bajarê Reqqayê ji malbatên koçberan re kampek bi navê Kampa Koçberên Girê Spî di 1'ê Mijdara 2019'an de li bajarokê Til Semin ê ku 20 km durî navçeya Eyn Isa û 40 km nêzî Reqqayê ye hat vekirin. Di kampê de zarokan dest bi perwerdeya xwe kirine, lê tê payîn ku Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk (KPC-D) bi awayekî fermî dibistanan di nava kampê de avabike. 
 
Jinên ku ji ber êrîşên dewleta tirk û hevkarên wê  koçberî kampê bûne nêrîn û bertekên  xwe ji ajansa me re parvekirin. 
 
'Ji bilî vegerê pêwîstiyên me tune ne'
 
Efra Elî ya ku ji gundê Sixrata yê girêdayî Kantona Girê Spî ye anî ziman ku armanca dewleta tirk qirkirina wan e û got: "Dema ku êrîşî me kirin di destpêkê de dest bi talankirinê kirin, amurên şêniyan dizîn û xort binçav kirin. Dewleta tirk çete derbasî nava gund û bajarên me kirin ji bo ku em dev ji mal û milkên xwe berdin. Lê ji ber hovîtiya wan tu kesî pergala wan qebûl nekir û mirov nikare li wir bijî. Mafê tu dewletan tune ye ku axa me dagir bikin û gel ji warên wan koçber bike, çeteyan li hevjînê min dan ji wê lêdanê hevjînê min niha tenê bi guhekî dibîhîze. Em bi hêvîne ku wê rojekê dagirker ji ser axa me biçin û em ê vegerin warê xwe."
 
'Dewleta tirk derketina derve  qedexe dike'
 
Zelîxa Osman Ibrahîm jî axivî û diyar kir ku dewleta tirk û hevkarên wê hemû rengên işkenceyê bi serê gel de tînin û wiha domand: "Dewleta tirk ne tenê gel işkence dike, vê îşkenceyê li xwezayê jî dike. Zarokê min yê bi navê Ehmed di encama êrîşên dewleta tirk û çeteyên wê de hat girtin û yê din jî birîndar kirin. Çeteyan li pêşiya çavên me zarokên me işkence dikirin. Cihê ku ji aliyê çeteyan ve tên dagirkirin tên xira kirin û hat bi derketina derve jî qedexe dikin."
 
 'Ji ber bêdengiya dewletan  Erdogan êrîşî me dike'
 
Zehra Salih Mihemed ku ji pêkhateya ereb e axivî û got ku dewleta tirk bi hevkariya çeteyan  êrîşî herêmên wan dike û wiha pê de çû: "Ji ber êrîşên dewleta tirk û hevkarên wê em ji Girê Spî koçberî navçeya Eyn Isa bûn û niha jî em li Kampa Girê Spî bi cih bûne. Piştî ku me bihîst mal û milkên me bi destê çetayan hat şewitandin û gel binçav dikin êdî jiyan li Girê Spî li me bû jehir. Em mecbur man ji malên xwe derketin. Em ji Erdogan re dibêjin êdî bese kuştin, talankirin û tecawiz. Banga  me ji bi kesên ku bikaribin faşîzma Edogan bisekînin û em cardin vegerin warê xwe."