Hevseroka Giştî ya DAD’ê Saîme Topçu: Em li Dêrsîmê 1938’an dijîn

  • 09:03 27 Çile 2020
  • Rojane
STENBOL- Hevseroka Giştî ya DAD’ê Saîme Topçu bûyerên îstîsmara zayendî û windabûna Gulîstan Doku ya li Dêrsîmê nirxand û got: “Em îro salên 1938’an dijîn. Tacîz, tecawiza li hember jin û zarokan di salên 38’an de jî hebû.”
 
Li Dêrsîmê di 5’ê Çile de xwendekara zanîngeha Dêrsîmê winda bû û carek din agahî jê nehat girtin. Her wiha îstîsmara zayendî ya li hember zarokan a li Pertekê jî hîna di rojevê de ye. hevseroka Gitşî ya Komeleya Elewiyan a Demokratîk (DAD) Saîme Toplu ya di sêyemîn Lijneya Giştî ya Asayî ya di 12’ê Çile de pêk hat, hat hilbijartin, polîtîkayên li hember Dêrsîm û Elewiyan nirxand.
 
‘Dewlet vê zilmê rewa dibîne’
 
Saîmeyê diyar kir ku desthilatdarî ji Elewiyên ku xwedî li baweriya Rehak derdikevin, nerehete û got: “Dewlet zilma ku ji paşerojê heta îro hatiye meşandin rewa dibîne. Di baweriya Rehak de îstîsmar nayê qebûlkirin. Ocaxên me hatin girtin. Em nikarin xwe rêxistin bikin. Ger di malbat an jî civakê de şaşiyek pêk bê; ev ji ber ku heqîqeta wan nayê jiyînê ye. Ji bo me hemû tiştên ku daxwaza wê tune, tecawiz û îstîsmar e. Lê em li dijî vê ne. Em ê her tim şopdarên vê bin.”
 
‘Em her roj pirsa Gulîstanê dikin’
 
Saîmeyê destnîşan kir ku polîtîkayên li Dêrsîmê tên meşandin dem bi dem zêdetir tên dîtin û ev jî dema 1938’an bi bîr dixe û got: “Der barê windabûna Gulîstanê de heta niha daxuyaniyeke ku me îqna bike nehatiye kirin. Em her roj pirsa Gulîstanê dikin. Li ser axa me tiştên wisa nedibûn. Gelo çi bû ku em hatin van rojan. Em îro jî 38’an dijîn. Di salên 38’an jî tacîz û tecawiza li hember jin û zarokan hebû. Dêrsîm îro bûye bajarê leşkeriyê. Ev me gelek xemgîn dike. Gel li kolanan e. Ev ne mijareke sivik e. Sedemên vê gelek kûr in.”
 
‘Em van êrîşan qebûl nakin’
 
Saîmeyê bal kişand ser êrîşên li hember mal û perestgehên Elewiyan û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Deriyên me dem bi dem tên nîşan kirin. Bi ser malên cemê ve tên girtin. Her tim di hewldana afirandina hegomonya tirsê de ne. Herî dawî li dijî Mala Cemê ya PîrSultan Abdal ya Sultanbeylî êrîş pêk anîn. Ev êrîş nayên qebûlkirin. Em li dijî zextan nikarin xwe rêxistin bikin. Em vê rêxistibûnê bi hevkariya saziyan hewl didin ku pêk bînin.”
 
Saîmeyê bal kişand ser rojevên der barê Elewiyan de yên li meclîsê û ev tişt bi lêv kir: “Mijar bi giştî destura bingehîn eleqeder dike. Lê di vê mijarê de li Îzmîrê CHPê xebatek meşand. berê jî HDP’ê meşandibû. Ji bo me girînge. Dema ku ev di destura bingehîn de beramberiyê bibîne wê watedar be.”
 
Saîmeyê bal kişand ser cihê jinê ym di baweriya Rehak de û bi lêv kir ku Elewîtî bi jinê dest pê dike û bi jinê diqede û got: “Elewîtiyê gelek mîsyon û berpirsyarî daye jinê. Berê civatên me bê jin nedihatin kirin. Lê îro jin di civat û malên cemê de tune. Zîhniyeta serdest ya mêr her der dagir kiriye. Êdî rîtuelên cemê jî bi rîtuelên îslamî dibin Şîî. Lê di baweriya me ya Rehak de ev tune ye. Pîr û muşrîkên me dihatin. Me li cemxaneyên xwe cemên xwe dikirin, civatên xwe dikirin. Me xizmeta xwe dikir. Lê îro ne wisa. Tevî hemû zextan em ê nebin Elewiyên pergalê. Ji ber vê jî em ê têkoşîna xwe berdewam bikin.”