Li Xerpêtê du kesên nasnameyên wan diyar bûn defin kirin

  • 16:04 26 Çile 2020
  • Rojane
XERPÊT - Li taxa Sursurê ku xebatên lêgerîn û rizgarkirinê berdewam dike ji kesên ku jiyana xwe ji dest dan nasnameya 3 kesan diyar bûn. Ji kesên ku nasnameya wan diyar bû Berna û Enes Sertdemîr cenazeyê wan ji aliyê xizmên wan ve hat girtin û hatin definkirin. 
 
Di 24'ê Çile de li Xarpêtê erdheja hêza wê 6.8. pêl pêk hatibû û heta niha 31 kesan jiyana xwe ji dest dabûn. Di lekolîn û lêgerînê de, li taxa Sursuru ya Xarpêtê, ji bin kavilên di nava rojê de 3 cenazeyên din hatin dîtin û derxistin. Ji cenazeyên 3 kesan nasnameya Berna  Enes Sertdemîr hatin aşkerekirin. Cenazeyên 2 kesan rakirin morga nexweşxaneyê. Piştî otopsiyê cenaze ji aliyê xizmên wan ve hatin wergirtin. Hat diyar kirin ku cenazeyê sêyemîn jî yê bavê Berna Aslan Cengiz Xizm û malbatên Berna û Enes cenaze wergirtin û birin Goristana Gulmez defin kirin. 
 
Hat diyarkirin ku hevjîna Aslan Cengiz, Nermin Cengiz jî hêj di bin kavilan de ye. Cenazeyê Aslan Cengiz jî ji bo definkirinê li bendê ye ku Nermin Cengiz ji bin kavilan derxin.