Ji DTSO û DTP'ê ji bo Meletî û Xerpêtê kampanya alîkariyê
- 14:55 26 Çile 2020
- Rojane
AMED - DTSO û DTP'ê ji bo kesên ji erdhejê bi bandor bûn kampanyaya alîkariyê dan destpêkirin.
Odeya Bazirganî û Sanayiyê (DTSO) û Borsaya Bazirganiyê (DTP) ji bo kesên ji erdhejê bi bandor bûn kampanyaya alîkariyê dan destpêkirin.
DTSO û DTB'ê di daxuyaniya ku dan de diyar kirin ku di çarçoveya kampanyaya hatiye destpêkirin de, pêdivî bi sotemenî, cil û berg û kinên zarokan heye û xwet ku welatiyên dixwazin alîkariyê bidin ji avahiya saziya wan re ragihînin.