Hejmara kesên di encama erdhejê de mirin zêde bû

  • 14:36 26 Çile 2020
  • Rojane
XERPÊT - Hejmara mirovên ji ber erdheja li Xarpêtê jiyana xwe ji dest dan bû 35 kesî. HDP'ê jî ji bo erdhejzedeyan dest bi kampanya alîkariyê kir.
 
Piştî erdheja bi dijwariya 6.8 pileyî ya li navçeya Sîvrîce ya Xarpêtê, karên ji bo lêgerîn û rizgarkirinê dest pê kirin, dewam dikin. Li taxên Mûstafapaşa û Sursuru ku erdhejê bandoreke giran li wan kir, tîmên AFAD û UMKE cenazeyên 4 kesan ji binê xirbeyan derxistin. Bi vê yekê re hejmara mirovên ji ber erdhejê jiyana xwe ji dest dan bû 35 kes.