HDP'ê kampaniya piştevaniyê da destpêkirin

  • 13:28 26 Çile 2020
  • Rojane
AMED - Rêxistina HDP'ê ya Amedê ji bo piştevaniya mexdûrên erdheja Xarpête, kampanya alîkariyê da destpêkirin. 
 
Di 24'ê Çile de li Xarpêtê erdheja hêza wê 6.8 pêl pêk hatibû. Di erdhejê de li gorî daneyên AFAD'ê herî dawî 31 welatiyan jiyana xwe ji dest dabûn û 72 avahî hilweşiya bûn. 514 avahiyan jî zerakek mezin dîtibûn.
 
Rêxistina Partiya Demokratik a Gelan (HDP) ya Amedê, ji bo erdheja ku roja 24'ê Çile li Xarpêtê pêk hat û herî kêm 31 kesan jiyana xwe ji dest da daxuyanî da û diyar kirin ku ji bo piştevaniyê kampanya alîkariyê dane destpêkirin. HDP'ê daxuyaniya nivîskî da û diyar kir u kampanya ji bo batanî, zexîre, cil û pêdiviyên ji bo jin, zarok û mezinan dane destpêkirin. HDP'ê bang li hemû dildaran kir û xwest ji bo şêwirmendiyê alîkarî bikin û têkevin nava piştevaniyê. HDP'ê anî ziman ku alîkariya bê dê li Şaredariya Erxenî kom bikin û bi rêya şaredariyê bigînin malbatan.