Jinên Kobanê: Me bedelên giran dan em dagirkeriyê qebûl nakin

  • 13:21 26 Çile 2020
  • Rojane
Xezne Celal
 
KOBANÊ - Bi boneya 5'emîn salvegera rizgarkirina Kobanê ji çeteyên DAIŞ'ê jinên Kobanê axivîn û gotin: "Li Kobanê têkçûna çeteyên DAIŞ’ê dest pêkir û li Baxozê bi dawî bû. Li ser vê axê me bedelên giran dan, ji ber vê yekê em qebul nakin ku axa me wer dagirkirin."
 
Çeteyên DAIŞ’ê di 15'ê Îlona 2014'an de êrîşî bajarê Kobanê kirin. Dewleta tirk jî ji bo çete hêzan derbasibin sînor vekirî hişt û têre çete derbasî Kobanê bûn. Çeteyên DAIŞ’ê her rêbazên li dijî mirovahiyê li Kobanê de pêk anîn, piraniya bajar hat rûxandin û xerakirin. Gel neçarî koçberiyê bûn, Kobanê bi hemû xweşkahiya xwe di nava destê hovan de ma. Şervanên azadiyê bi hewara Kobanê ve hatin û di nava her kolaneke wê de destanên lehengiê nivîsandin. Biryara serkeftinê ji asta hovîtiyê mestir bû. Kobanê 134 rojan li ber xwe da û di 26`ê Çileya 2015`an de nîşana serkeftinê ji bo wê hat dayîn û axa Kobanê bi temamî ji çeteyên DAIŞ'ê rizgar bû. Bi vê minasebetê Rêveberiya Kongreya Star û dayikên Kobanê li ser kêfxweşiya rizgarkirina bajarê Kobanê nêrînên xwe anîn ziman.
 
 'Kobanê bû sembola berxwedanê'
 
Gulistan Etî Endama komîteya navanedî ya Partiya Demokratîk a Kurdî Sûrî (PDKS) salvegera rizgarkirina Kobanê li şervan û gelê Bakur û  Rojhilatê Sûriyê pîroz kir û wih got: "Roja rizgarkirina Kobanê ji bo Gelê Kurd rojeke dîrokî bû. Çeteyên DAIŞ’ê bi feremana dewleta tirk, êrîşî Kobanê kirin û xwestin Kobanê jî wek Reqqa û Mûsilê dagir bikin. Li Kobanê li dijî çeteyên DAIŞ’ê şervanan berxwedana sedsalê dan meşandin û rê nedan ku çete ala reş Kobanê daleqînin. Şervanên azadiyê tevî ku çekên giran di dest wan de tune bûn jî bi israr û  îradeyeke mezin li hember çeteyan li ber xwe dan. Berxwedana şervanan hişt ku Kobanê bibe sembola berxwedanê û ji bo Kobanê rojeke cîhanî bê îlankirin. Gelê Kobanê bi şervanên xwe bawer bû. Tunekirin û şikestandina DAIŞ'ê ji Kobanê dest pêkir û li Baxozê bi dawî bû."
 
'Yekîtiya Kurdî  wê dagirkeriyê têk bibe'
 
Gulistanê wiha axaftina xwe bi dawî kir: "Gelê Kurd di şerê Kobanê de sinor rakirin û ji her deverê tevlî berxwedana Kobanê bûn. Çawa Gelê Kurd di berxwedana Kobanê de yekîtiya xwe xurt kir û xwedî li Kobanê derket, niha jî pêwîste Gelê Kurd li dijî êrîş û gefên dewleta tirk ên li ser herêmên Bakurê Sûriyeyê Yekîtiya xwe xurt bikin. Bi rêya yekîtiyê em ê  dagirkeriyê li Efrîn, Serêkanê û Girê Spî têk bibin."
 
'Têkçûna çeteyan ji Kobanê dest pê kir'
 
Rêvberiya Koordînesyona Kongra Star a Herêma Firatê Zehra Berkel 5'emîn salvegera rizgarkirinê li şervan û pakrewanên azadiyê pîroz kir û wiha pêde çû: "Piştî şoreşa 19'ê Tîrmehê Kobanê ji Rêjîma BAAS'ê hat rizgarkirina. Dewleta tirk a ku çeteyên DAIŞ’ê birêxistin dike, li dijî piroje û pergala li Rojavayê Kurdistanê, pilanên qirêj pêşxistin . Ji bo ku gel bi aramî nejîn çeteyên DAIŞ'ê derbasî herêmên me kirin. Jinên Kobanê û Rêxistina Kongreya Star bi erka xwe radibûn û di her alî de piştgirî didan şervanan. Şervanan erka xwe ya rizgarkirin û parastina Kobanê bi cih anî û ji Kobanê heta Baxozê çete têk birin." 
 
'Dagirker ji hêz û vîna jinan ditirsin'
 
Zehrayê tekez kir ku  dewletên desthilatdar li dijî pirojeya netewa demokratîk in  û  wiha  dirêjî da axafitina xwe: "Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê piştî ku ji çeteyên DAIŞ’ê hatin paqijkirin sazî û dazgehên jin hatin avakirin, civak li ser pirojeya netewa demokratîk hat perwerdekirin, wekhevî di navbera pêkhateyan de hat çêkirin û gel aramiyê dijîn. Dewleta tirk û hevkarên wê di 9’ê Cotmeha 2019’an de bi armanca tunekirina pirojeya netewa demokratîk êrîşî kantona Girê Spî û Serêkaniyê kirin. Bi serkêşiya jinan berxwedaneke dîrokî li wir hat meşandin. Dijminê dagirker dema ku êrîşî herêmên me dike jinan hedef digire, ji ber ku ji hêz û vîna jinê ditirse. Em wek gelên  herêmê qebûl nakin ku dagirker derbasî axa me bibin."
 
'Em ê rêvebertiya xwe bikin’
 
Di dawiyê de jina bi navê Eyşe Muhemed Şêx ku ji gundê Girdê yê Kobanê ye behsa êrîşên çeteyên DAIŞ'ê kir û wiha got: "Dema ku çeteyên DAIŞ’ê êrîşî Kobanê kirin em neçar man  koçberî bakurê Kurdistanê bibin. Gelek zehmet e dema  mirov mal û milkên xwe li şûna xwe dihêle û koçber dibe. Gelê bakurê Kurdistanê bi me re bûn alîkar û alîkarî dan me. Raste di Kobanê de bi sedan zarokên me canê xwe feda kirin û bi xwîna xwe Kobanê ji DAIŞ'ê paqij kirin. Piştî rizgarkirina Kobanê, em  azad li vir dijîn. Wê tu dewlet nikaribin rêveberiya me bikin em ê xwe rêve bibin."